Nûçeyên Iraqê

"Meşa Sivîl ji bo Helebê" ji Berlînê derket

Dora 400 çalakvanên aştiyê roja Sêşemê (27ê Kanûna Yekem) ji derdora Berlînê ber bi bajarê Helebê yê Sûriyê meşiyan, berovajî rêya penaberiyê, AFP ragihand.

Ku ji aliyê rojnamevan û blogera Polendî Anna Alboth hatiye organîzekirin, armanca "Meşa Sivîl ji bo Heleb" pêkanîna fişareke siyasî ye ji bo alîkariya sivîlên ku di şerê li Sûriyê de dorpêçkirî ne.

Bi alên spî û çenteyên li ser piştan û liberkirina cilên stûr li dijî keşa Kanûna Yekem a sar û şil, meşvan navenda Berlînê roja Duşemê bicih hiştin.

Alboth ji rojnameya Tageszeitung daily a Almanî re got ku tenê grûpeke ji 30 çalakvanan plan kirin ku bi dirêjaya rê bimeşin, anî ziman ku ew pêşbînî dike ku li ser sînorê Tirkiyê werin astengkirin.

"Armanca rasteqîn a meşê ew e ku welatiyên sivîl li Sûriyê bikaribin alîkariya mirovî werbigrin," wê got. "Em dimeşin ji bo danîna guvaşê."

Meşvan plan dikin ku rojane 20 kîlometran bimeşin û di rêya Komara Çîk, Nemsa û çend welatên rojavayê Belqanê ber bi Tirkiyê ve -- û piştre ber bi Sûriyê ve bimeşin.

Ev rêya ber bi Ewropa ve, ku sala çûyî ji aliyê zêdetirî yek milyon kesî ve hate bikaranîn, ku gelek ji wan ji meydanên şer li Sûriyê û hin deverên din li Rojhilata Navîn reviyan.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500