Nûçeyên Iraqê

Bangên ji bo bidawîkirina dorpêça rejîma Sûrî ya li ser Helebê bilindtir dibin

Ajansên alîkariyê roja Înê (29'ê Temûzê) ji bo bidawîkirina dorpêça li ser navçeyên serhildêran li rojhilatê Helebê bang li rêjîma Sûrî kirin û hejmarek ji welatiyên sivîl dikarîbûn di korîdorên mirovî re ji bajarê wêranbûyî birevin, li gorî AFP.

Hevdem, Şanderê NY bo Sûriyê Sitêfan dî Mistora bang li Rûsya kir ku bihêlin Netewên Yekbûyî korîdorên mirovî yê ku Rûsya roja Pêncşemê ji bo welatiyên sivîl û şervanên xwe radest dikin pêşniyar kiribû ji bo derketina wan ji taxên rojhilat yê di dest serhildêran de serperştî bike.

"Pêşniyara me ew e ku Rûsya bi rastî dev ji korîdorên ku bi destpêşxeriya xwe ji me re avakirine bihêle," wî got.

"Tu çawa dikarî texmîn bikî ku xelk, bi hezaran in, dê bixwazin di korîdorê re bimeşin û topbaran dike," wî got.

Fransa, di heman demê de,got ku korîdorên ji bo derveyî bajêr ne "bersiveke ciyê baweriyêye" û divê niştecî bikarin alîkariyê li malên xwe werbigrin.

Hêzên alîgirên rejîmê ji 17'ê Temûzê ve navçeyên rojhilatê Helebê dorpêçkirine, ku dora 250,000 kesî bê ku riyeke piştrast ji bo xwarinê yan alîkariyan hebe asê maye.

Komîteya Rizgarkirinê ya Navnetewî got ku ew kesên ku li rojhilatê Helebê mane metirsiya birçîbûnê li ser wan heye û ji ber sedema mirovî banga agirbesteke kir.

"Nabe xelkê Helebê bê neçarkirin ku di navbera bicîhiştina malên xwe û mayîna di bin êrîşan de li deveke dorpêçkirî hilbijêre," birêveberê IRC li Rojhilata Navîn Zoe Daniels got.

Lê bi tenê çend şêniyên Helebê dikarîbûn ji taxên rojhilatê bi rêya korîdoran derkevin, pêş ku serhîldêr rê li ber reva wan bigrin, li gorî Rewangeha Sûrî bo mafên mirov.

"Nêzî 12 kes dikarîbûn korîdora Bustan el-Qasr bikarbîbin berî pêş ku komên serhildêran tedbîrên xwe yên ewlekariyê tundtir bikin û nehêlin malbat nêzî korîdoran bibin," serokê Rewangehê Ramî Ebdilrehman got

Nûçegihanekî AFP li rojhilatê Helebê ragihand ku kolan serê siba roja Înê vala bûn, û şêniyan xwe di malan de diparast.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500