Nûçeyên Iraqê

Heft kes di bombebaraneke nû de li Heleba Sûriyê hatin kuştin

Herî kêm heft kes hatin kuştin di êrîşên asmanî yên nû û topanbarana li ser herêmên serhildêran de li duyem mezintirîn bajarê Sûriyê Helebê roja çarşemê (12ê Cotmehê), AFP ragihand.

Rewangeha Sûrî bo Mafên Mirov ragihand ku pêşbînî tê kirin ku hejimara miriyan zêde bibe ji ber hejmara birîndarên di rewşa xeternak de.

Rewangehê got ku yek ji herêmên ku hatin bombebarankirin bazarek li taxa Ferdos bû.

Mirin piştî rojekê ji zêdekirina Rûsyayê ji êrîşên xwe yên asmanî re yên li ser rojhilatê Helebê hatin ku ew êrîş ji bo piştgiriya operasyona artêşê ne daku ew perçeyê bajêr yê di dest serhildêran de kontrol bike.

Di êrîşên roja Sêşemê de, herî kêm 27 kes, di nav wan de çar zarok, li çend taxan, di nav wan de Fardos, hatin kuştin, li gorî Rewangehê.

Herwiha roja Sêşemê çar kes hatin kuştin û14 kes birîndarbûn di êrîşa serhildêran de ya li ser rojavayê Helebê ku ew di dest hikûmetê de ye.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500