Nûçeyên Iraqê

Hêzên rêjîmê li dijî serhildêran li Heleba Sûriyê pêşdikive

Hêzên rejîma Sûrî roja sêşemê (26'ê Tîrmehê) taxeke serhildêran ku dikeve bakurê rojavayê Helebê girtin,dorpêçkirina xwe ya li ser deverên bajêr yên bin kontrola opozisyonê de tundtir kirine, AFP ragihand.

Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirov got ku hikûmetê dîsan jî êrîşên bi bermîlên bombekirî,li ser texên-opozisyonê kirin,rojekê piştî bombebaranê herî kêm 24 kes hatin kuştin,

Rewangehê got ku artêşa rêjîmê kontrola navçeya Lêremûn kir piştî pevçûnên giran , û ragihand ku şerê ji bo taxa benî Zeyd, ya ku di bin destê hêzên serhildêr de ye, destpê kir.

Du navçe ji alîyê serhildêran ve hatin bikaranîn bo avêtina rokêtan ji bo navçeyên ku di destê hikûmetê de ne li rojavayê bajêr.

Di hefteyên dawî de,rejîm li derdora bajêr bi pêş dikeve û dikarîbû rêya dawî bo taxên rojhilat ku di dest serhildêran de ye qut bike,ku wan di bin dorpêçkirineke bi bandor de dihêle.

Hêzên opozisyonê bi avêtina mûşekan bo taxên ku di destê hikûmetê de ne bersiva dan, di encamê de çendîn sivîl hatin kuştin.

"Girîngiya bidestxistina Lêrman û Benî Zeyd ew e ji bo rawestandina mûşekan û herweha ji bo tundkiriina dorpêçê," serokê Rewangehê Ramî Ebdilrahman got.

Hejmara rasteqîn yan kuştiyên şer li ba rewangehê tune ye.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500