"Dewleta Islamî li Iraq û Şamê" (DAIŞ) wênegirê rojnamevanî yê Iraqî Haşim Faris li navenda Mûsilê kuşt, Rewangeha Iraqî bo Azadiyên Rojnamevanî Iraqî roja Duşemê (12ê Kanûna Duyem) got.
"DAIŞ hevkarê me Faris êvara roja Şemiyê kuşt," birêveberê Rewangehê li Hewlêrê, Xalid Derbendî, di daxuyaniyekê de got .
"Faris berê ji bo telvizyona Diyar û çend rojnameyên xwecihî yên din kar kiriye ," daxuyaniyê got, da zanîn jî ku " nexuyayî ye ku girûpê çi hukim derheqê wî derxistiye".
Di dema borî de DAIŞ gelek rojnamevan, roşenbîr, û çalakvanan bi bihaneya hevkariyê ligel desthilatên hukmetê yanjî sorkirina xelkê li ser rûbirûbûna girûpa radîkal kuştine.