Nûçeyên Iraqê

Navdareke Instigramê di otombîla xwe ya servekirî de li Bexdayê hat kuştin

Şahbedewa Îraqî û stêra Instigramê Tara Faris hat kuştin, piştî ku otombîla wê ya servekirî ya celebê Porsche li nava Bexdayê bû armanca guleyan, AFP Înê (28ê Îlonê) ragihand.

Wezareta Karê Hundir lêpirsînek vekir derbarê kûştina keça 22-salî de roja Pêncşemê, ya ku "sê fêşekên kujêner xwarin" dema wê siwareya xwe di taxa Kampa Sarayê li paytextê diajot.

Faris, modenasa ku 2.7 mîlyon wê li ser Instigramê dişopînin ji ber wêneyên wê yên tatoyên werzîşî, rengên por ên rengereng û kincên wê ên serguzeştî, bû gorîya navdarîya xwe û ji ber şêwazê jîyana xwe hat armanckirin, hejmareke bikarînerên medyaya civakî nivîsand.

Ehmed el-Beşîr, rojnamegerê navdar ê rexnegir ê Îraqî yê ku li mişextê li Urdinê dijî piştî ew rastî gefên kuştinê hat, kuştina Faris şermezar kir, ya ku li Herêma Kurdistana Îraqê rûniştî bû û kêm caran diçû bajarê xwe Bexdayê.

"Her kesê ku bihaneyan dibîne bo wan kesên ku keçek kuştin tenê ji ber wê biryayr da ku weke piranîya keçên din li vê dinyayê bijî ew hevpişk e di kuştina wê de," wî nivîsand.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500