Nûçeyên Iraqê

Berpirsekî DAIŞê li Kerkûkê tê kuştin

Hêzeke Polîsê federal li Kerkûkê serkirdeyekî "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) kuşt di operasîyoneke ewlehî de ku roja Sêşemê (12ê Hezîranê) li gelek deverên parêzgehê pêk hat.

Faris Xalis Salih Mafiracî berpirsê ewlehîyê yê DAIŞê di "Wîlayeta Kerkûkê ya angaştkirî de", li Dibisê hat kuştin, serokê polîsê federal ferîq Raid Şakir Cewdet di daxuyanîyekê de got.

Wî got ku operasyon deverên Dibis, Hewîca û Riyadê armanc kirin bi piştgirîya balefirên asmanî yên Îraqî.

"Du endamên din ên DAIŞê hatin girtin, di nav de Ebdulah Fatih ê ku gelek caran ji hêla hêzên me ve hatiye birîndarkirin di operasyonên rizgarkirinê de, ku li veşartgeheke DAIŞê li nêzî Kerkûkê hate girtin," wî anî ziman.

Wî got ku çek û teqemenî jî di operasyonê de hatin desteserkirin.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500