Nûçeyên Iraqê

Zincîreke teqînên terorî Bexdayê dike armanc

Herî kêm pênc sivîl hatin kuştin û 15 birîndar bûn di zincîreke êrîşên terorî de ku çend cih li Bexdaya paytext kirin armanc, Wezareta Hundir roja Çarşemê (7ê Kanûnê) got.

"Teqîna yekem bi bombeyeke bidestçêkirî bû ku di nav teksiyekê de bû ku li rêya Qenat Ceyş, li rojhilatê Bexdayê, teqiya," berdevkê wezaretê Emîd Saad Maan ji Diyaruna re got.

"Teqîneke duyem li taxa Qahîra pêk hat, li bakurê Bexdayê, bi rêya bombeyeke bidestçêkirî ku di nav basekê de bû, hevdem bombeyeke sêyem di nav otombîleke rêwiyan de hatibû çandin nêzî nexweşxaneya Ibn Qaf li rojhilatê Bexdayê teqiya," wî got.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500