Nûçeyên Iraqê

Du sivîl di teqînekê de li Bexdayê hatin kuştin

Du sivîl hatin kuştin û şeş jî birîndar bûn di destpêka roja Sêşemê (16'ê Tebaxê) de di encama teqîneke bi bombeke bidestçêkirî de ku li bazareke vekirî li başûrê Bexdayê pêk hat, polîsê Iraqî li Bexdayê got.

"Bombeyeke bidestçêkirî ku li bazareke vekirî li taxa Emel, başûrê Bexdayê, ji aliyê terorîstan hatiye çandin heftê sibehê teqiya û kombûneke xelkê deverê kir armanc," Muqedem Mihemed Elî yê polîsê Bexdayê, Kerx, ji Diyaruna re got.

Du sivîl di teqînê de bûn qurbanî û şêş jî birîndar bûn, wî got.

"Di teqînê de cihê penceyên terorîstan bi zelalî diyar in, û bi bombeyeke bidestçêkirî ku li mal hatibû çêkirin hat pêkanîn û ew bi rêya amûrê rîmot ji dûr ve hat teqandin," Elî got.

"Polîsan lêkolînek derbarê êrîşê de vekirin," wî got.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500