Sê Iraqî hatin kuştin û heştên din jî birîndar bûn roja Duşemê (11'ê Tîrmehê) dema ku bombeyeke bidestçêkirî li Ebû Xirêb teqiya, polîsên Iraqî gotin.
“Bombeyeke bidestçêkirî sibeha roja Duşemê li nêzîkî dikanan li Ebû Xirêb, li rojavayê Bexdayê teqiya, sê kuştin û heştên din jî birîndar kirin,” Muqedem Enwer Husên ji polîsên Ebû Xirêb ji El-Şurfa re got.
Hêzên ewlekariyê zû xwe gihandin cihê bûyerê û birîndar veguhestin nexweşxaneyeke nêzîk ji bo dermankirinê û term şandin rêveberiya dadwerî, Husên got.
Hêzên ewlekariyê dest bi operasyoneke lêgerînê kirin daku encamderan bigrin, wî got.