Nûçeyên Iraqê

20 çekdarên DAIŞ di operasiyonên ewlekarî de li Bexdayê hatin kuştin

Hêzên ewlekariyê bi dehên endamên "Dewleta Îslamî li Iraq û Şamê" (DAIŞ) kuştin û birîndar kirin, û gelek bombeyên wan derdora Bexdayê di çend rojên borî de bêbandor kirin, fermandariya operasiyonên Bexdayê roja Sêşemê (7ê Hezîranê) got.

"Hêzên Iraqî yên hevbeş di pênc rojên borî de 20 terorist kuştin û 40'e din birîndar kirin, hejmarek ji veşargehên wan wêran kirin û 35 bombeyên bi dest çêkirî yên çandî pûç kirin," fermandariyê di daxuyaniyekê de got.

Hêzên Iraqî herwiha hejmarek ji malên ku bombe di wan de hatibûn çandin pûç kirin û dest danîn ser gelek çek û teqemeniyan, daxuyaniyê got.

Operasiyon li Ebû Xirêb, el-Termiya û el-Mehmûdiya pêk hatin weke beşek ji planên operasiyonên li dijî şaneyên terorê, daxuyaniyê got jî.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500