Nûçeyên Iraqê

27 awareyên Sûrî li nêzî Qibirsê hatin ewlekirin

Desthilatên Qibrisê roja Sêşemê (7ê Kanûna Yekem) gotin ku 27 koçber ku tê bawerkirin ku ew awareyên Sûrî yên ji Helebê ne hatin ewlekirin piştî ku belema wan ber bi kenarê bakûr- rojavayê giravê li ber avê çû, AFP ragihand.

Polîsê deryayî çûn bi hewara belema wan ve piştî ku wan dît ku li ber avê diçe li ava Qibirsî.

Awareyên ewlebûyî ji polîsan re gotin ku kaptinê belema wan ew bi tenê hiştin û li ser pişta qeyikeke biçûk reviya, radyoya dewletê got.

Polîs got ku dê aware li devera Pafos şevekê bimênin beriya bên veguhestin bo navendeke pêşwaziyê li Nîkosyaya paytext.

Wan got ku 16 zelam, pênc zarok û şeş jin hatine rizgarkirin û jineke dugiyan hate veguhestin bo nexweşxaneyekê weke tedbîreke hayedarî.

Polîs bawer dike ku belem ji Mêrsînê li Tirkiyê derketiye û radioya dewletê ragihand ku awareyan got ku her yek ji wan $2,150 daye daku ew bên veguhestin bo Qibrisê.

Hate zanîn jî ku şahidhalekî berguman li cihê ku belem lê hatiye ewlekirin got ku ew û desgirtiya xwe û hin di belemê de bûn piştî ku ew ji bajarê Heleba Sûrî reviyan.

Devera Pafos bûye cihekî gerim ji qeçaxçiyan re. Di Îlonê û Mijdarê de, 83 û 128 awareyên Sûrî bi vê rêzbendiyê hatin rizgarkirin di heman haletan de.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500