Nûçeyên Iraqê

Yekemîn awareyên Helebê dighên cihên opozisyonê

Karwaneke hilgira awareyên beşê opozisyonê li Helebê gihştin herêma opozisyonê li rojavayê bajêr roja Pêncşemê (15'ê Kanûna yekem), AFP ragihand.

"Otombîlên Heyva Sor ku birîndar hildigirtin gihştin, û dê birîndaran ji bo ... nexweşxaneyên li nêzîk ji bo dermankirinê werin veguhestin," Ehmed el-Dibis got, yê ku serokatiya yekîneya doktor û xwebexşên veguhestina birîndaran dike, ji nêzîkî Xan el-Esael ve, ya ku dora pênc kîlomitiran li rojavayê bajarê Helebê ye, got.

Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirov piştrastkir ku karwanê yekem ên awareyan gihîştiye, di demekê de jêderekî leşkerî bilind ê Sûriyê ji AFP re got ku karwan nêzîkî 1,000 kesan li xwe digre.

Ambulans û otobusên ku yekemîn awareyên Helebê hildigrin yên ku dest ji cihên opozisyonê li bajêr roja Pêncşemê berdan di bin rêkeftineke derketinê ya lawaz de.

Dora du karwanên otombîlan ji taxa miriya derketin û cihê rêjîmê Ramûsê derbas kirin berya ku ew bighêjin cihên opozisyonê li rojava.

Erkdara Mirovî ya bi piştgiriya NYbo Sûriyê Jan Egeland got ku "piraniya" awareyên ji Helebê dê ji bo asêgeha opozisyonê li Idlibê were birêkirin.

"Dema ku karwan bi ewlehî bighêje, dê vegere û gelek xelk ji bo rêwîtiya duyemîn werin komkirin û wisa dê berdewam bike," Ingy Sedky, Berdevka Komîteya Navneteweyî ya Xaça Sor got.

Rewangehê got tê payîn ku veguhistina nexweş û birîndaran ji Fiwa û Kefereya roja Pêncşemê destpê bike ku tê payîn aware ji bo parêzgeha Laziqiyê werin birêkirin.

"Rêkeftin bi valakirina ku li Helebê diqewime grêdayî ye," serokê Rewangehê Ramî Ebdilrehman got. Fiwa û Kefereya ji aliyê opozisyonê ve ji bihara 2015an ve dorpêçkirîbûn.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500