Nûçeyên Iraqê
Mafên Mirov

Tora Nînewa nan ji awareyên Mûsilê re kom dike

Ala Husên li Bexdayê

Aware alîkariyên hewarçûnê li herêma Kurdî ya Iraqê werdigrin. [Wêne ji Tora Rêxistinên Civaka Sivîl li Nînewa hatiye wergirtin]

Aware alîkariyên hewarçûnê li herêma Kurdî ya Iraqê werdigrin. [Wêne ji Tora Rêxistinên Civaka Sivîl li Nînewa hatiye wergirtin]

Toreke xwebexşên sivîl ên parêzgeha Nînewa armanca komkirin û belavkirina milyon nanan li ser awareyên Mûsilê daniye ber çavê xwe.

Bêtirî 150,000 awareyên Musilê aniha li kampên ku ji aliyê hikûmeta Iraqî ve li nêzî bajêr hatine avakirin bicih bûne, piştî reva wan ji warên xwe ji ber şerê rizgarkirina bajar ji "Dewleta Islamî li Iraq û Şamê" (DAIŞ).

Di dema ku ew çaverêya qedandina operasyona serbazî dikin û vegera xwe ya bi yekcarî bo malên xwe, ew rastî mercên dijwar ên jiyanê tên, di nav de sermaya zivistanê û kirîza kêmbûna xwarinên sereke.

Daku alîkariya wan di wergirtina pêdiviyên sereke de bikin, çalakvanên deverê kampanyayek destpê kirin ji bo komkirina nan ji şêniyê deverê re û piştre belavkirina wan li ser awareyên ku li kampan dijîn.

Tevahiya şêniyên deverê ji bo dayîna nanê ku ew bikirin yan bipêjin hatine vexwendin, bi awata belavkirina milyon nanî.

Însiyatîf ji aliyê Tora Rêxistinên Civaka Sivîl ên Nînewa, ku toreke çalakvanên xwebexş e, hatiye organîzekirin, serokê ofîsa medyayî ya torê Muhened el-Omerî, got.

"Armanca bîrokeyê ew e ku welatî hest bi xemên awareyan bikin bi parvekrina nanekî ligel wan, bi hemû wateyên girîng ên nan ji malbatên Iraqî re," wî ji Diyaruna re got.

El-Omerî got ku wî ev însiyatîv destpê kir piştî ku Iraqiyan ji hemû ol û pêkhateyên civakî ew xeberdar kirin ku ew dê nanekî bikin xêr.

Piraniya dayîneran ji parêzgeha Nînewa ne ya jî ji herêma Kurdî ne, wî got.

El-Omerî got ku wî bi dayîneran re cih û dema komkirina nan destnîşan kiriye, û ji wir piştre dê ji aliyên xwebexşan ve bên veguhestin bo kampên awareyan.

"Nan dê li ser awareyên li kampên Xazir, Hesen Şam û Cedaa bên belavkrin, bi dehên hezaran aware li wan kampan jiyan dikin," wî got.

Însiyatîvên mirovî

Ligel belavkirina nan, tora rêxistinan tevlî çend însiyatîvên mirovî yên din li kampên li nêzî Mûsilê bûne, el-Omerî got.

Şeva sersalê, wî got, tora rêxistinan ahengek li kampa Hesen Şam lidar xist û "xwarin û diyarî hatin dayîn".

Tora rêxistinan herwiha refên perwerdahiyê yên bingehîn ji zarokên li kampan re organîze kirin daku wan ji vegera bo dibistanê re amade bikin, wî got jî.

Hevdem, Wezareta Koç û Koçberan a Iraqî got ku sala par wê bi sed hezarên selikên xwarinê belav kirin ligel alîkariyên herarçûnê yên din li kampên awareyên Nînewa û li deverên rizgarbûyî yên Mûsilê.

"Hejmara alîkariyên ku awareyan ji wezaretê sala 2016an wergirtin, li gorî amarên fermî ev in: nezî 630,000 selikên xwarinê yên ku ji çend xwarinên esasî pêk tên," rêvebirê beşê kordînekirinê li wezaretê Elî Muhemed Nacî ji Diyaruna re got.

Lê belavkirina xwarinê bi tenê yek aliyê çalakiyên wezaretê li deverê ye, wî got, da zanîn jî ku "hemû awareyên Mûsilê li kampên ku pêşwext hatibûn avakirin hatin niştecihkirin û hewarçûn li gorî standerên pêwîst ji wan re tê peydakirin".

Belavkirina alîkariyan ne bi tenê li ser awareyên li kampan sînordar bû lê belê şêniyên taxên rizgarbûyî yên ku mayîna li malên xwe hilbijartin pardar bûn, Muhened Salih Ebdul Rehîm, yê ku serperiştiya xebatên wezaretê dike, got.

"Wezaret bi ajansên madeyên xwarinê re li wan taxan kordîne dike daku kartên temwînê yên malbatên li wir kom bike, û wezaret piştre alîkariyê li gorî hejmara kartan bişîne û belav bike," wî ji Diyaruna re got.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500