Nûçeyên Iraqê

Rejîma Sûriyê nêzî navçeyeke Helebê ya sereke dibe

Hêzên rejîma Sûrî roja Sêşemê (6ê Kanûna Yekem) gelekî nêzî girtina navçeyeke sereke ya Helebê ku di bin kontrola opozisyonê de ye bidin, piştî ku du ji sêyê rojhilatê bajarê Helebê di çend rojên borîn de vegerandin, AFP ragihand.

Piştî ku hêzên rejîmê li axa mezin a niştecihbûyî ya Şear pêş ket, Rewangeha Sûrî bo Mafên Mirov got ku dê karîna hêzên opozisyonê bê sînordarkirin bo "şerê westiyankirinê" ligel rejîmê eger navçe hat vegerandin.

"Ew girîngtirîn tax e li dilê rojhilatê Helebê, û li ser qeraxa ketinê ye," serokê Rewangehê Ramî Ebdilrehman got, anî ziman jî ku hêzên rejîmê ji niha ve kontrola yek ji sêyê naçveyê dikin.

Bidestketinên rejîmê yên bilez çekdarên opozisyonê hiştin ku bi zehmetî berevaniyê li devera biçûk ku hîn kontrol dikin li başûrê-rojhilatê Helebê û bi demê re her biçûktir dibe bikin.

Rejîmê roja Sêşemê got ku ew agirbestê li Helebê qebûl nake eger gerentî nebe ku hêzên opozisyonê bi temamî ji bajar vekişin.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500