Nûçeyên Iraqê

DAIŞ bi sedên malbatan li rojavayê Enbarê weke mertalên zindî bikar tîne

"Dewleta Islamî li Iraq û Şamê" (DAIŞ) zêdetir ji 700 malbatan li rojavayê Enbarê digre daku wan weke mertalê mirovî bikar bîne, di demekê de ku şerê rizgarkirina bajarê Rawe nêz dibe, birêveberê polîsê Enbarê lîwa Hadî Kesar Erzecî roja Înê (2ê Kanûnê) got.

Amadekarî ji bo "êrîşeka berfireh ji aliyê artêşa Iraqî, polîs û şervanên êlan Iligel piştgiriya balafirên şer ên hevpeymaniya navdewletî ji bo rizgarkirina bajarê Rawe" tên kirin, wî ji Diyaruna re got.

"DAIŞ zêdetirî 700 malbatan li bajar girtine û dixwaze wan weke mertalên mirovî bikar bîne daku pêşveçûa hêzên Iraqî asteng bike," wî got.

Lê belê, pilan hene ku korîdorên ewle ji bo veguhestina sivîlan bo deverên aram bên vekirin, wî got, "û dest bi armanckirina molgehên girûpê bi hevahengiyê ligel hevpeymaniya navdewletî bi êrîşên asmanî yên bi dîqet bê kirin".

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500