Nûçeyên Iraqê
Terorîzm

Milîsên ku Îran piştgiriya wan dike aloziyên li Iraqê gurtir dikin

Hesan Obêdî li Bexdayê

Çekdarên Iraqî ji Esayib Ehl el-Heq a girêdayî Îranê nobedariyê li derveyî baregehên xwe dikin roja 18ê Gulana 2015an li bajarê Besra yê dikeve başûrê Iraqê. [Heyder Mihemed Elî/AFP]

Çekdarên Iraqî ji Esayib Ehl el-Heq a girêdayî Îranê nobedariyê li derveyî baregehên xwe dikin roja 18ê Gulana 2015an li bajarê Besra yê dikeve başûrê Iraqê. [Heyder Mihemed Elî/AFP]

Tawanên tayifgerî yên ku milîsên ser bi Îranê ve ku li Iraqê şer dikin encam didin li ser hêzên Iraqî zehmet dikin ku ewlehiyê û aramiyê berqerar bikin li wan deverên ku ji "Dewleta Îslamî li Iraq û Şamê" hatine rizarkirin, berpirs dibêjin.

Dûrî alîkariya bi hêzên Iraqî re di parastina ewlehiyê de, wan ji Diyaruna re got, binpêkirinên ku ji aliyê van milîsan ve hatine encamdan, ku kuştin, îşkencekirin û revandinê li xwe digrin, rê li ber hewlên DAIŞ ên tejnîdkirinê xweş dikin.

Ev yek ji ber ku DAIŞ hewl dide ku tolhildanê weke alavekê bikar bîne daku bi rêya wê ciwanên Sunî vekişîne nava rêzên xwe, wan got.

Nearamkirina bajarên rizgarbûyî

Li gorî parlemanterê Iraqî Hamid Mutleq, ku di komîteya ewlekarî û berevaniyê ya parlemand de kar dike, tawanên ku ji aliyê milîsên ser bi Îranê ve hatine pêkanîn bi awayekî sereke hewl didin ku demografiyan li Iraqê li gorî xetên tayifgerî biguherin.

Milîsên ser bi Îranê ve şerê li dijî DAIŞ weke perdeyekê bikar tînin di demekê de ku tawanên cuda yên ku bajarên rizgarkirî li Iraqê nearam dikin pêk tînin, wî ji Diyaruna re got.

Ji van tawanan revandinên zêde yên vê dawiyê li ser xalên kontrolê yên neyasayî li Diyala, Babil, Bexda û Selahedîn ku ji aliyê çekdarên milîsên çekdar ên ku kincên artêşa Iraqî lixwe dikin tên pêkanîn.

"Van milîsan gelek tawan li dijî xelkê Iraqê li ser bingeheke tayifgerî pêk anîne," Parlemanterê Iraqî Ehmed Selmanî, ku endamekî Hevpeymaniya Hêzan bo Enbarê ye, got.

Eger ew neketin jêr kontrola hikûmeta Iraqî û hêzên hevpeymaniyê, wî hişyarî da, dê tiştên bêtir hebin.

Milîsên ser bi Îranê ve li Iraqê bêtirî 6,000 sivîl li ba wan girtî ne, wî di konferanseke rojnamevanî de vê dawiyê got.

Wan 1,600 Iraqî li devera Rezaza revandin ji bêtirî salekê ve, ku hîn çarenivîsa wan nediyar e, wî got.

Bêtirî 700 Iraqiyên ku ji taxa Seqlawiya ya Felûce ne, nêzîkî 70yan li Kerma, nêzîkî 3,000 li Samerra û bêtirî 1,000 li Babila bakurî, ligel hinekên din li ba wan girtî ne, wî got jî.

"Tawan gelek in, û kesên bi destê van milîsan jî hatine kuştin gelek in, heta niha çarenivîsa laşên wan jî nediyar e," wî got.

Tometên pêkanîna tawanên tayifgerî

Di raporteke 2016an de, Human Rights Watch (HRW) milîsên ser bi Îranê ve bi pêkanîna tawanên tayifgerî li gelek beşên Iraqê, beşdarbûn di revandin û nepenîbûnên gundiyan, û şewitandin û dizîna milkên taybet li bajarokên ku derbasî wan bûyîn, tometbar kirin.

Kuştin û îşkencekirin li ba hinek koman sîstematîk bûn, raportê got.

Girûpa mafan a navdewletî got ku belge li ba wê hene ku destê van milîsan di "îdamkirinên bêcudayî" de ku bi dehên Sunniyên li Iraqê dikirin armanc hebû.

Ev kiryar, ku hatin kirin bê ku ceza hebe, kampanyaya li dijî DAIŞ qels dikin, HRW got, hevdem hikûmeta Iraqî banga "kontrolkirin û cezakirina" van milîsan bi awayekî "dadperwer û guncaw" kir.

Berdevkê Wezareta Hundir a Iraqî Emîd Saad Maan ji Diyaruna re got ku hikûmetê fermanek derxist ku dest deyne ser çekên van milîsan û endamên girûpên çekdar ên neyasayî bigre.

"Divê hilgirtina çekan di meydanên şer li dijî DAIŞ be, ne di nav malên welatiyan ve," wî got, anî ziman ku ev milîs ziyanên dighînin kar û navê hêzên ewlekariyê.

Milîsên Ketîbeyên Hizbulla, tevgera Nuceba, Esayib Ehl Heq û Rêxistina Bedir, ku hemû rasterast girêdayî Îranê ne , piraniya kuştin û revandinên tayifgerî pêk anîne, Mihemed Ebdula ji Hevpeymaniya Hêzên Iraqî ji Diyaruna re got.

"Êrîşên wan vê dawiyê gihane bajar û gundên li gundewarên Bexda û parêzgeha Diyala, ku bûne sedema mirina sivîlan," wî got.

Ev girûp li jêr perdeya şerê li ser terorîzmê kar dikin daku tawanên li dijî sivîlan pêk bînin, wî got, û Îran tawan kir ji ber ku piştgiriya van milîsan dike.

Gelek ji milîsên ser bi Îranê ve ditirsin

Hejmareke mezin ji Iraqiyên ku ji ber şer aware bûne dibêjin ku tirsa ji van milîsan rê li ber vegera wan bo malên xwe girt, Şêx Hemîd Eqîdî, lîderekî êlî ji Selahedîn, got.

"Terorîstên DAIŞ êdî xuya û naskirî ne, lê ev milîs bi kincên serbazî û bi awayekî eşkere tên daku kuştinê û revandinê bikin bi armanca ibtizazkirinê an jî tolhildanê," wî ji Diyaruna re got.

Ev milîs bûne metirsiyeke weke ya ji terorîzmê, wî got jî.

"Em hêvî dikin ku hikûmet dê vê rewşê çareser bike weke çawa îro bi DAIŞ re dike," Ekîdî got.

Bo sê salên li pey hev, milîsên ser bi Îranê ve rê li xelkê gundên Cerf Sexir, Beycî, Muqdadiya û Muxîsa girt ku vegerin malên xwe, Parlemantera Iraqî Liqa Mehdî Werdî, got.

Ev milîs malên xelkê weke baregeh û serbazgeh bikar tînin, piştî talankirin û revandina tiştên di wan de, wê ji Diyaruna re got.

"Nêzîkî 300,000 sivîl di çadiran de dijîn û rê ji wan re nayê dayîn ku vegerin ji ber êrîşan, operasyonên tolhildanê, yan jî ji ber ku milîs qebûl nakin ku vegerin," wê got, tekez kir ku heta niha hemû hewlên vegerandina wan biserneketine.

Şêx Mihemed Elwanî ji encumena êlên ku li Enbarê şerê DAIŞ dikin, milîsên Hizbulla, Nuceba, û Badir bi encamdana ajendayeke Îranî ku dixwaze Iraqê nearam bike tawanbar kirin.

"Hebûna wan dê nehêle ku Iraq aram bibe," wî got.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500