Nûçeyên Iraqê

Artêşa Iraqî, êlên li Enbarê dawîn asêgeha DAIŞ girtin

Xalid el-Taî

Hêzên Iraqî û şervanên êlan serkeftina xwe li dijî "Dewleta Îslamî li Iraq û Şamê" li el-Rutba, li rojavayê Enbarê, pîroz dikin. [Wêne ji rûpela Facebookê ya Fermandariya Operasyonên Taybet ên Hevbeş ên artêşa Iraqê]

Hêzên Iraqî û şervanên êlan serkeftina xwe li dijî "Dewleta Îslamî li Iraq û Şamê" li el-Rutba, li rojavayê Enbarê, pîroz dikin. [Wêne ji rûpela Facebookê ya Fermandariya Operasyonên Taybet ên Hevbeş ên artêşa Iraqê]

Artêşa Iraqê û hêzên êlan opersyoneke serbazî ji bo rizgarkirina deverên mayî di bin kontrola "Dewleta Îslamî li Iraq û Şamê" (DAIŞ) de li rojavayê parêzgeha Enbarê berdewam dikin.

Hêzên hevpeyman pêşketineke mezin bidest xistine ber bi ewlekirina deverên derdora Çemê Firat ê Jorîn, ji bakurê Cezîret el-Xalidiya li bajarê Hît ve heta bajarokê Berwana yê nêzîkî Hedîsa.

Hêzên Iraqî "bi piştgiriya çekdarên êlan û pişgiriya asmanî ya hevpeymaniya navdewletî hişt ku piraniya deverên biyabanê bên kontrolkirin" li herêmê, Fermandarê Operasyonên el-Cezîre Lîwa Qasim el-Muhemedî 20ê Tîrmehê got.

“Operasyon beşek e ji kampanyayeke mezintir a artêşê ji bo rizgarkirina deverên dagîrkirî li rojavayê Enbarê û di nav wan de Anah, Rewah, el-Qayim û Ekaşat, heta sînorên Sûrî û Urdunî,” wî ji Diyaruna re got.

Piştevaniyên leşkerî, wî got, gihiştine bingeha serbazî ya Eyn el-Esed li bajarokê el-Bexdadî ku 1,000 serbaz li wir hatine bicihkirin daku piştgiriya hêzên li wir ku beşdarî operasyonên serbazî ne bikin.

Hevahengiya ligel mezinên êlan

“Di du rojên borî de, me civîn li bajarokê Amiriyet el-Felûce rêk xistin, di nav wan de mezinên êlên devera rojavayê Enbarê bi armanca dîtina rêyan ji bo bihêzkirina hevbeşiyê di navbera hêzên ewlekariyê û xelkê de,” el-Muhemedî zelal kir.

Piştgirî ji aliyê êlan ve kilîtek berev serkeftina hewlên leşkerî ye, wî got, ji ber ku agahiyên wan li ser cografiya xwecihî heye, û dikarin endamên terorîst bi nav û serûçav nîşan bidin, û di parastina ewlehiya xwe de xwedîezmûn û jêhatî ne.

Fermandar girîngiya “hêzên asmanî yên hevpeymaniya navdewletî ji bo wêrankirina cebilxaneya çekên dijmin” tekez kir dema ku bal kişand ser wê yekê ku “hêzên asmanî yên hevpeymaniyê roleke wan a mezin ji di gelek serkeftinên hêzên me di şer de hebû”.

Malûlah el-Ubeydî, serokê encumena xwecihî li el-Bexdadî, ji Diyaruna re got ku êlên rojavayê Enabrê qebûl dikin kurên xwe bişînin daku tevlî hêzên ewlehiyê bibin daku deverê ji DAIŞ rizgar bikin.

“Di du salên borî de, xelkê deverên rojava gelek nexweşî ji çewisandin û zordariya DAIŞ dîtin û niha bi temamî amade ne beşdarî her operasyoneke serbazî bin daku terorîstan jinav bibin,” wî got.

“Gelek êl hene ku amade ne bibin xwebexş û tevlî hêzên ewlehiyê bibin û em ji hikûmetê dixwazin ku bi çek û cebilxaneyê piştgiriya wan bike,” el-Ubeydî got.

Jinavbirina DAIŞ

Emîd Mihemed el-Mehelawî, fermandarê hêzeke êlan li rojavayê Enbarê, got ku şervanên wî “ji gelek êlan in ku gelek îşkenceyê ji tawan û karên terorîstan dîtine, û îro dixwazin tola xwe ji DAIŞ hildin”.

“Hêzên me yên êlan bi serperiştiya fermandariya hevbeş a Operasyonên el-Cezîre ji bo pêkanîna armanên xwe kar dikin," wî ji Diyaruna re got. "Me hezarên şervanan heye ku ligel artêş û polîsê şer dikin ji bo paqijkirina cihên xwe ji çeteyên tawanbarên DAIŞê.”

El-Mehelawî got hêzên hevbeş dê zû DAIŞ ji asêgehên mayî li Enabrê derxin "daku em bikaribin xelkê xwe yên asêmayî rizgar bikin û em ala Iraqê li ser hemû avahiyên giştî bilind bikin".

Serokê encumena navçeya el-Qayim Nazim Berdan daxwaza bilezkirina rizgarkirina nişteciyên bajarokê xwe kir, ku niha DAIŞ dorpêç kiriye.

“Rewşa mirovî li deverên rojavayê parêzgeha Enbarê, el-Qayim di nav de ye, rewşeke gelek xirab e ji ber deverên dorpêçkirî li wir, ku warê zêdetirî 20,000 malbatan in, rojane di bin destê terorîstan de rastiya hemû corên binpêkirinan tên,” wî ji Diyaruna re got.

Berdan ji hêzên ewlehiyê xwest ku di rizagrkirinê de bilez bikin ji ber “DAIŞ xelkê digre û wan weke rehîne bikar tîne û her kesê hewil bide bireve dikuje û îşkence dike”.

Tu vê mijarê diecibînî?

1 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500

Li dosyeyên nişteciyên Felûce bi taybetî û Enbar bi giştî binêre derbarê têkiliyên wan ên berê bi "Dewleta Îslamî li Iraq û Şamê (DAIŞ)" re û hevkariya wan di vî warî de. Ev yek pêwîst e ji bo zanîna tomarên wan ên ewlekarî û egera zanîna karê wan ê çaverêkirî. Ji bo ku pêvajo ji bo wan kesên xayin ku hemû qanûn û prensîp û nirxên mirovahî yên rasteqîn binpê kirine bidawî bibe.

BERSIV BIDE