Nûçeyên Iraqê

Lîderê bajar banga korîdoreke ewle ji bo sivîlên Helebê dikin

Serokê encumeneke xwecihî li rojhilatê bajarê Sûrî Helebê roja Çarşemê (30 Mijdarê) banga "korîdoreke ewle" kir daku derfetê bide sivîlan bo bikaribin birevin, AFP ragihand.

"Rê bidin sivîl birevin, sivîlan biparêzin, korîdoreke ewle peyda bikin daku ew derkevin," Brita Hagi Hasan piştî civîneke Wezîrê Derve yê Fransî Jean-Marc Ayaurlt li Parîsê got.

"Bi navê mirovahiyê, bi navê zagona navdewletî, em dixwazin ku rê ji sivîlan re bê dayîn daku bikaribin ji Helebê derkevin û biçin her dera ew hez dikin," wî got.

Ayrault got ku parastina sivîlan "niha pêşa hemu tiştî ye".

Zêdetirî 50,000 Sûrî tevlî awarebûneke bikom ya sivîlan ji rojhilatê Helebê bûne piştî ku hêzên rejîmê givaşê dikin bi êrîşkirina li ser deverên li jêr kontrola opozisyonê li bajar, Rewangeha Sûrî bo Mafên Mirov roja Çarşemê got.

Encumena Ewlekariya NY civîneke bilez roja Çarşemê li ser dozê pêk anî û puxteyek ji berpisê mirovî yê NY û şanderê aştiyê Staffan de Mistura wergirt.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500