Nûçeyên Iraqê

Iraqê bêtirî 500 gumanlêkiriyên DAIŞ ku ligel sivîlan reviyan girtin

Hêzên Iraqî bêtirî 500 gumanlêkiriyên bi endamtiya "Dewleta Îslamî li Iraq û Şamê" (DAIŞ) girtin ku hewl didan ji bajarê Felûce birevin bi rêya tevlîbûna xelkê sivîl ên reviyayî, li gorî raporeke AFP roja Duşemê (13ê Hezîranê).

"Me 546 gumanlêkiriyên terorîst ku reviyabûn bi wergirtina sûdê ji tevgerên malbatên koçberkirî di herdu heftiyên borî de girtin," Hadî Rizayic, serokê polîsên parêzgeha Enbarê got.

"Piraniya wan kartên nasnameyê yên sexte bikar tanîn," wî got.

Dema sivîl digihin hêzên hikûmî, kurên nûhatî û zilamên balix bi cuda tên pişkinîn. Hin ji wan piştî hin saetan tên berdan lê belê kesên din rastî lêpirsîneke bêtir tên.

Heta heftiya borî, nêzîkî 50,000 sivîl hîn li navenda bajêr, ku yek ji dawî asêgehên DAIŞ li Iraqê ye, asê mabûn.

Artêşa Iraqî du korîdorên ewle li rojava û bakurê rojavayê bajêr vekirin ji bo rêdan bi hezarên sivîlan ku ji hukmê DAIŞ birevin û xwe bigihînin kampên koçberkiriyan ên ku ji aliyê hikûmetê ve tên birêvebirin.

"Korîdora ewle ya yekem li rojavayê bajêr e, û ew hat ewlekirin piştî rakirina bi dehên mayînan ku berî niha nedihiştin malbat derkevin," berdevkê Wezareta Berevaniyê Emîd Yehya Resûl ji Mewtinî re got.

"Korîdoreke ewle ya din roja Yekşemê li el-Helebsa, bakurê-rojavayê Felûce, hat peydakirin bi rêya baxçeyeke darên xurma," wî got jî.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500