Nûçeyên Iraqê
Terorîzm

DAIŞ sivîlên ku ji Felûce direvin dikuje: Berpirsên Iraqî

Xalid el-Tayî

Hin xelkê reviyayî ji Felûce biserketin ku xwe gihandin çarêya el-Selam, li başûrê bajêr, ku ew li benda veguhestina xwe ne ji bo kampên derbideran ên li derdorê. [Wêne ji Rêveberiya Amiriyat el-Felûce]

Hin xelkê reviyayî ji Felûce biserketin ku xwe gihandin çarêya el-Selam, li başûrê bajêr, ku ew li benda veguhestina xwe ne ji bo kampên derbideran ên li derdorê. [Wêne ji Rêveberiya Amiriyat el-Felûce]

Çekdarên "Dewleta "Îslamî li Iraq û Şamê" (DAIŞ) fîşekan berdidin sivîlên ku hewl didin ji şerê yekmehî li Felûce navbera çekdarên grûpê û hêzên Iraqî birevin, berpirsên xwecihî gotin.

Sivîl tên armancgirtin dema ku hewl didin ku bigihin selametiyê li kampên derbideran ku hêzên ewlekariyê li deverên başûr û rojavayê bajêr danîne, wan got.

Bi hezaran di nav bajarê li parêzgeha Enbarê de asê mane, berpirsan ji Mewtinî re gotin, û DAIŞ wan weke mertalên zindî bikar tîne ji bo hêdîkirina pêşketina hêzên Iraqî.

"Terorîstan komkujiyek derheqê malbatên koçberkirî ji Felûce pêk anîne," serokê encumena xwecihî ya Amiriyet el-Felûce Şakir el-Îsawî got.

"Piştî ku hêzên ewlekariyê karîn bigihin çarêya el-Selam li başûrê Felûce û terorîstan ji deverê derxînin, wan korîdoreke ewle vekir ji bo alîkariya sivîlên ku direvin û digihin yekîneyên me yên serbazî," wî ji Mewtinî re got.

Lê belê, çekdarên DAIŞ li pey kesên ku direvin dikevin û wan dikin armanc, wî got jî.

DAIŞ fîşekan berdide malbatên reviyayî

Di destpêka hefteyê de, çekdarên DAIŞê fîşek berdan grûpek ji malbatan, ku bi tevahî 50 kes bûn, ji mesafeyeke nêzîk ve dema ku hewl didan piyade û bi rêya korîdorê birevin, el-Îsawî got.

"Êrîşê 30 kes kuştin, piraniya wan jin û zarokên ji êlên Elbû Salih û Elbû Hatim bûn," wî got, bal kişand ser wê yekê jî ku hêzên ewlekariyê bersiva fîşekan dan û sivîlên mayî rizgar kirin.

Ev ne cara yekemîn e ku DAIŞ sivîlên ku ji deverên başûrê Felûce direvin dike armanc, wî got. Destpêka vê mehê, grûpê bombeyeke bidestçêkirî bi sê malbatên reviyayî ve teqand, pênc kes kuştin.

DAIŞê herwiha hin xelkê ku hewl didan birevin girtin û ew li devereke nêzîkî Çemê Firatê îdam kirin berî ku laşên wan bavêje di çem de, wî got.

"Kuştina jin û zarokên derbider li çarêya el-Selam karekî qirêj û bêzirav e," endamê encumena parêzgeha Enbarê Ezal el-Fehdawî ji Mewtinî re got.

Ev yek "rûyê kirêt yê van terorîstan ligel piştguhxistina wan ji hemû bihayên mirovî re" nîşan dide, wî got.

Berdana fîşekan li sivîlan "nîşaneke xuya ye" ji şikestina DAIŞ re ji ber ku hêzên ewlekariyê berdewam in li ser lêdana her yek ji asêgehên grûpê li Felûce, wî got jî.

Di hefteya borî de, hêzên ewlekariyê hin beşên nû ji bajêr rizgar kirin, di nav wan de Suheybat, Elbû Ezzam, el-Nueymiya û el-Şuheda 1 û 2, wî got.

Şer niha li navenda Felûce tund e, wî got, anî ziman jî ku hêzên hevbeş ên artêş, polîs, êlan û yên dijeterorê girtina xwe ji deverên rizgarkirî re qayimtir dikin.

Tevî metirsiyê bi hezaran direvin

DAIŞ malbatên derbider dike armanc "weke tolvedanekê ji şikestinên giran ên ku gihanê li ser destê hêzên rizgarker", Muqedem Sebah el-Îsawî, fermandarê fewca 3ê ya heşda eşayirî li Amiriyat el-Felûce got.

"Ligel ser pêşketineke ku hêzên me dikin, rêxistina terorîst malbatan neçar dike ku li malên xwe bimînin di bin metirsiya ku bên kuştin û herwiha wan weke mertalên zindî bikar tîne," wî ji Mewtinî re got.

"Gelek malbatan biryar dane ku ji zordariya terorîstan birevin tevî hemû metirsiyan," wî got jî.

Malbat gelek caran bi şev û bi rêya korîdorên ewle yan jî rêyên ku ji tevgera DAIŞ dûr in direvin, wî got, anî ziman jî ku hin ji wan dema hewl didan birevin bi fîşek û mayînên DAIŞ hatin kuştin an jî birîndar bûn.

"Bi hezarên malbatan karîn ji Felûce birevin," el-Îsawî got. "Ew piştre ji aliyê hêzên ewlekariyê hatin veguhestin bo kampên derbideran li Amiriyat el-Felûce, el-Xalidiya û el-Hebaniya."

"DAIŞ li Felûce dimre," wî got jî. "Ew rojane bi deh û sedên çekdarên xwe jidest dide û bandora wê kêm dibe piştî rizgarkirina piraniya deverên li gundewaran û gihiştina şer bo navenda bajêr."

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500