Nûçeyên Iraqê

500,000 kes li Mûsilê rastî kêmbûneke "karesatî" ya avê dibin

Zêdetir ji 500,000 sivîlan li Mûsilê rastî kêmbûna ava vexwarinê ya "karesatî" dibin, NY roja Çarşemê (30ê Mijdarê) hişyarî da, di demekê de ku hêzên Iraqî li dijî "Dewleta Îslamî li Iraq û Şamê" (DAIŞ) li bajar pêş dikevin, AFP ragihand.

Sivîlên li bajarê duyemîn ê Iraqê, yên ku zehemetiyê ji ber kêmûna xwarin û kehrebê dibînin, êdî ava wan a vexwarinê jî xelas dibe, Lise Grande, kordînatorê mirovî yê NY li Iraqê, got.

"Nêzî nîv milyon sivîl, ji berê ve rojane zehmetiyê di peydakirina xwarinê de ji xwe re didîtin, niha ew nagihin aveke vexwarinê ya paqij. Bandora li ser zarok, jin û malbatan dê karesatî be," Grande got.

Piştî çend heftiyan ji şer hêzên Iraqî yên ku bajar dorpêç kirin û derbasî taxên rojhilatî yên bajar bûn, ku li wir kolan bi kolan şerên dijwar li dijî tundûtûjan li dar dixistin.

Operasyonên vegerandina bajar boriyên avê di çend rojên borîn de wêran kirine û niştecihên li rojhilatê Mûsilê dibêjin ku ew neçar bûne avê ji bîran bikşînin.

Ebdilkerîm Ubêdî, emîndarê giştî yê rêxistina sivîl a xwecihî ya Koma Xelkê Mûsilê, hişyarî da ku "belayeke mirovî" diqewime.

"Divê ku hukmet û rêxistinên alîkarê bêne pêş û alîkariyê pêşkêşî xelkê bikin, bi taybetî malbatên ku neçare bûn ava bîran a ku nayê vexwarin vexwun," wî got.

Li nexweşxaneya gundê Gogcelê li gundewarên rojhilatê Mûsilê, jêderekî pizîşkî got ku sivîl bi "haletên zikçûn û êşên hinav, bi taybetî di nav zarokan" tên nexweşxaneyê.

Fermandarên Iraqî dibêjin ku dora 40% ji rojhilatê Mûsilê di pêngavê de hate vegerandin.

Roja Çarşemê, hêzên Iraqî taxeke nû rizgar kirin ligel xesarên giran di nav piledarên DAIŞ de, fermandarê Operasyonên Nînewe Necimedîn Kerîm Cibûrî ji Diyaruna re got.

Artêş û Hêza Dije-Terorê "tevahiya taxa Îxaa rizgar kirin û aniha ber bi taxa Dorat Mehroq ve pêş dikevin," wî got.

"Pêşketin zehmet e bi sedema hebûna sivîlan li hundirê malên xwe ," wî got. "Lê belê, em rojane serketinên nû bidest dixin."

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500