Nûçeyên Iraqê
Terorîzm

Qutbûneke avê ya dijwar metirsiyê li ser niştecihên Mûsilê çêdike

Hesen Obêdî li Bexdayê

Niştecihên Mûsilê roja 2ê Kanûna Yekemê hewil didin ku avê kom bikin li taxeke li rojhilatê Nînewa. [Thomas Coex/AFP]

Niştecihên Mûsilê roja 2ê Kanûna Yekemê hewil didin ku avê kom bikin li taxeke li rojhilatê Nînewa. [Thomas Coex/AFP]

Um Ehmed neh teştên mezin û banyoyeke kevin li ser ban û li bexçe danî daku ew ava baranê kom bike di dema baranbarînên xurt de yên ku li Mûsilê hefteye borî barîn.

Hevdem, keça wê Hana, 17, serê butlên mezin bi cawekî qepax kir daku ava baranê safî bike ji vexwarinê re.

Herî kêm nîv melyon kes li nav meyda şer asê mane li bajarê parêzgeha Nînewa ku niha av nagehe wan, NY roja 30yê Mijdarê hişyarî da.

"Dewleta Islamî li Iraq û Şamê" (DAIŞ) biqesd av ji taxên li bajar qut kir, dayika 45-salî got. "Lê belê Xwedê ji me qut nekir û wî av ji bo çend rojekan ji me re şand."

"Em hêvî dikin ku dîsan baran bibare," wê ji Diyaruna re got.

DAIŞ kehrebeli ser molgehên avê ku avê ji çend taxan re li rojhilatê Mûsilê peyda dikin qut kir, ku li wir hêzên Iraqî pêş dikevin, berpirs û niştecihan got.

Niştecihên Mûsil bi du molgehên sereke yên avê girêdayî ne, yek ji wan li taxa Xabat e li başûrê Mûsilê, û ya din jî li berava çepê ya çem e li nêzî Kenîseya Hawî.

DAIŞ kontrola herdu molgehan dike, û bi qesd herikandina avê ji taxên niştecihan re qut dike, hevdem endamên wê xweşiya ava vewarinê yapaqij dibînin.

Ava vexwarinê ya ne ewle

"Nêzî nîv melyon Iraqî li Mûsilê eziyetê ji kêmbûna avê dibînin û avê ji bîran dikşînin," Sermed Casim, serokê Rêxistina Iraqî ya Aştiyê bo mafên mirov, got.

Vexwarina ava ne ewle ku ji bîran tên kişandin "problemên gelek mezin ên tendiristî ji niştecihan re çêdike, bi taybetî ji zarokan re", wî ji Diyaruna re got.

Şahidhalên li bajar ji rêxistinê re gotin ku "DAIŞ ava paqij bikar tîne ji bo pêwistiya endamên xwe", wî got.

Eger niştecih gihan çemê Dicleyê daku bigihin avê, wî got, "ew dê bêsûd be" ji ber ku çem bi petrolê pîse bûye piştî ku DAIŞ boriyên petrolê yên Necime û Geyara teqandin ew giha çem.

Çend roj in taxên rojhilatê Mûsilê bê av mane, niştecihê bajar Emar Ehmed got, û anî ziman ku xelk neçarbûne ku ava pîs bikar bînin ji ber ku "tu petrol me tune ye daku em avê bikelînin û paqij bikin".

Teqînên xwekujî yên DAIŞ li bakûrê Mûsilê boriya avê ya sereke ku avê digîne molgeha yekê ya avê wêran kir, wî ji Diyaruna re got, anî ziman jî ku çekdarên DAIŞ kehrebe jî ji motorê kehrebê yê molgeha duyem dizîne.

"Me dest bi kolana şeş metran bin erdê de li baxçeyê xwe kir daku em avê bikşînin, lê belê bêhna wê weke zerabê ye," niştecihê Mûsilê Saed Muxlis Hemdanî got.

"Tu bijareyên me tune ne ji bilî ku em wê bikar bînin," wî ji Diyaruna re got, û anî ziman jî ku ew bi cawekî saf dikin daku ji bo şûştinê û xweşûştinê bê bikaranîn.

Wan ava baranê bikar tanî ji bo amadekirna xwarinê û vexwarinê, wî got.

"Carinan dema ku em dibihîsin bîrek bi aveke paqij heye, em diçin wir daku em avê ji wê wergirin," wî got. "Lê belê, çend rojan berî niha, çekdarên DAIŞ hatin me dema ku hejmarek ji me av ji bîrekê dibirin û em dûr kirin. Paşî me zanî ku wan ew bi konkretê xetimand."

Tawana li dijî mirovahiyê

Piştî ku hêzên Iraqî çend tax li beşê rojhilat ji bajêr rizgar kirin, "DAIŞ av ji ser wan taxan birî û fermana bombebarankirina wan da", endamê meclîsa parêzgeha Nînewa Husam el-Dîn ael-Ebar got.

Piştre wê av li ser taxên din ên bajar birî, wî got jî.

Birîna DAIŞ ji çavkaniya avê re "tawaneke şer e li dijî mirovahiyê û piştrast dike ku ew dê her rêyekê bigre ber xwe daku sivîlan bikuje", wî ji Diyaruna re got.

"Kêmbûyîna avê li nava Mûsil kiryareke DAIŞ," fermandarê Operasyonên Nînewa ferîq Nejim Edîn el-Cubûrî ji Diyaruna re got.

"DAIŞ rê nade kes nêzî Dicla, ya ku bajêr dike du beş, bibe, daku şêniyê berava çepê neçin berava rastê yanjî berevajî, tenanet dema ku şênî ji girûpê re dibêjin ku bi tenê dixwazin avê bînin," wî got.

Girûp van corên tektîkên tawankarî bikar tîne daku hêzên Iraqî neçar bike ku pêşveçûna xwe rawestînin, wî da zanîn.

"Em ji şêniyan dixwazin ku ew bi sebir bin, û em ji wan re dibêjin ku şer li ber bidawîbûnê ye," el-Cubûrî got. "Birayên wan li taxên rojhilatî di xweşiyê de ne, piştî rizgarkirina deverên wan.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500