Nûçeyên Iraqê

Tirs ji bikaranîna dronên biçek ji aliyê DAIŞ ve mezin dibin

Di şerê Mûsilê de dronên biçek gelekî zêde ji aliyê "Dewleta Islamî li Iraq û Şamê" (DAIŞ) ve tên bikaranîn, AFP roja Sêşemê (29ê Mijdarê) ragihand.

Frensa nivîseke navxweyî ji bo hemû hêzên xwe yên ewlekariyê şandiye ku hişariyê dide ku "divê hesab ji vê metirsiyê re li seranserî welat bê kirin" û ferman da ku mamele bi her dronekê re weke "pakêteke gumanbar" were kirin.

Rekora yekemîn a êrîşeke kujer a DAIŞ bi rêya dronê li Cotmehê bû dema ku du şervanên Kurd ên Iraqî hatin kuştin û du serbazên hêzên taybet ên Fransî birîndar bûn.

"Bikaranîna dronan ji aliyê terorîst û hêzên xirabker ve meseleyeke ku nîgeraniya navdewletî zêde dike," rêveberê bicîkar ê Lêkolînên Çekdarkirina Krîzan James Bevan di raporeke nû de nivîsand.

"Ev metirsiyeke ku em lê dinerin, bi taybetî ligel van hemû kesên ku dê ji Iraq û Sûriyê vegerin ligel ezmûnên şer," berpirsekî Fransî ji AFP re got.

Heyamek e ku çekdarên tundrew dronan bikar tînin ji bo erkên çavdêriyê, lê belê wan di vê dawiyê de hewl dane wan pêş bixin.

Pispor dibêjin ku, hevber ligel otombîl û kamyonên bombekirî ku DAIŞ bikar tîne, dron metirsiyeke kêm pêk tîne. Lê belê delîl heye ku DAIŞ hewl dide dronên xwe pêş bixe.

"Ti hebûneke terorîstî heta niha karîna sîstemên balafirên bêpîlot diyar nekirine bi awayekê ku gelek bibandor, gelek kujer û gelek ewle hesab bibe," Don Rassler, ji Navenda Şerê Terorîzmê, li raporeke Cotmehê got. Lê belê, wî hişyarî da ku dibe ev yek zû were guhertin.

Ji bo şerê vê tirsa nû bê kirin, hin dewletan dest bi pêşxistina sîstemên berevanî kirine ku dikarin dronan bibînin, çavdêrî û wêran bikin.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500