Nûçeyên Iraqê

QSD dawîn rêya reva DAIŞ ji Reqayê birî

Hêzên Sûriyaya Demokratîk (QSD) roja Pêncşemê (29ê Hezîranê) rêya dawîn a reva "Dewleta Isalmî" (DAIŞ) ji Reqayê birî, li gorî AFP.

QSD du gund li başûrê Çemê Firatê ku DAIŞ tê re diborîn daku ji bajar vekişin girt, Rewangeha Sûrî bo Mafên Mirov got, û karî ku Reqa "bi temamî dorpêç bike".

Şervanên QSD ji niha ve du taxên rojhilatî û du taxên rojavayî yên bajar vegerandin û ber bi navenda bajar ve, cihê ku DAIŞ bi dehên hezaran sivîl lê girtine, pêş dikevin.

QSD rêxistinê ji bakûr, rojhilat û rojava dorpêç kiriye, lê belê çekdarên wê hîna karîn ku bi borandina Firatê, ku sînorê başûr ê bajar pêk tîne, birevin.

Pêşketina Pêncşemê vegerandina şervanên QSD ya gundên Keserat û Kesab yên li ser berava başûrî ya çem nîşan da, û rêya ku DAIŞ ji bo reva bo deverên di kontrola xwe de li biyabana Sûrî û li parêzgeha Dêrazorê bikar tanî birîn.

Lê bi dehan çekdarên DAIŞ ên ku cilên QSD li xwe kiribûn êrîşkeke dijber ji navenda bajar, a ku hîna di kontrola wan de ye, li ser du taxên li başûrê-rojhilatê bajar kirin.

Wan sê teqînên bi otombîlên xwekujî pêk anîn, dronên bi teqemeniyan barkirî bikar anîn, şeş cihên QSD girtin û çend şervan kuştin, Rêveberê Rewangeha Sûrî Ramî Ebdul Rehman got.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500