Nûçeyên Iraqê

Spanya 4 zilam bi sedema "têkiliyên ligel DAIŞ" girtin

Polîsê Spanî roja Duşemê (28ê Mijdarê) çar zilamên ku bi tevlîbûna bazineke koçkirineke neqanûnî ku "Dewleta Islamî li Iraq û Şamê" (DAIŞ) ji bo anîna çekdaran bo Ewropayê bikar tîne girtin, di nav de ew kesên di êrîşa Fransa ya sala borî beşdar bûn, AFP ragihand.

Berpirsên li Spanya guman dikirin ku peywendiyên van zilaman ligel "herî kêm yek" ji du çekdarên DAIŞ ên idîakirî ku li Salzburg, Awstirya, hatine girtin hebûn, di demeke kurt de piştî êrîşên Parîsê di Mijdara 2015an de ku 130 kuştî li pey xwe hişt, wezareta hundir got.

Polîsê Nemsa Adil Hedadî yê Cezayirî û Mihemed Usman ê Pakistanî di Çileya Dawî de li navendeke koçberan li Salzburg girt bi sedema têkiliyên gumanlêkirî ligel şaneya ku êrîş pêk anîbûn.

Lêkoler bawer dikin Hedadî û Usman geşt ji bo girava Yonanî Leros di 3yê Cotmehê de bi heman belemê ligel du kesan, tên bawerkirin ku ew Iraqî bûn, yên ku li derveyî yarîgeha Stade de France di dema êrîşan de xwe teqandin.

Lê Hedad û Usman ji aliyê berpirsên Yonanî ve bo 25 rojan hatin girtin, ji ber ku wan pasportên Sûrî yên sexte hilgirtibûn.

Ew her çar mêr ku li Spanya girtî ne, bi tevlîbûna bazina ku gehiştina Hedadî û Usman bo Ewropayê amade kiribûn gumanlêkirî ne, wezareta hundir li Medrîdê di daxuyaniyekê de got.

Desthilatên Spanî niha hewil didin ku bizanin ka ev çar mêr, ku nasnameyên wan nehatine eşkerekirin, beşek bûn ji DAIŞ an na.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500