Nûçeyên Iraqê

Dadgeheke Spanîyayê hukimê zindankirinê li tecnîdkarine DAIŞê yên bi rêya Facebookê dibire

Dadgeheke Spanî hukimekî ku digihêje heft salan li çar kesan birî bi tawana tecnîd û fêrkirina alîgiran, ku piranîya wan jinên Misliman ên ciwan in, bo Dewleta Îslamî (DAIŞ) di rêya Facebookê re, AFP doh Çarşemê (26ê Îlonê) ragihand.

Dadgeha Niştîmanî ya Spanî, ya têkildarî babatên terorê ye, zilamek û sê jinên ciwan dît ku bi fêrkirina terorîstan tawanbar in, hukim li wan hat birîn di 25ê Îlonê de û roja Çarşemê hat ragihand.

Herçar -- du Mexrîbî ne, û yek Purtuxalî ye û yê din Spanî ye -- di Cotmeha 2015an de hatibûn girtin.

"Vê komê tora civakî ya Facbookê bi kar tanî daku yekemîn hevpeyvînên xwe bi qurbanîyên xwe re dest pê bike... piranîya wan jinên Misliman ên ciwan in," dadgehê di hukimê xwe de got.

Di pişt re endaman armancên xwe yên ku xuya dikirin soz li ser grûpên WhatsAppê dabûn hev bo fêrkirina zêde.

Ev xelek dikarîbû ciwaneke Mexribî bidin qayîlkirin daku biçe Sûrîyayê, lê ew hat girtin berî ku ew ji Spanîyayê derkeve û pênc sal hukim lê hat birîn bi tawana hevahengîya bi rêxistinên terorîst re.

Hukimê herî giran li hersê jinan hate birîn, ew jî ew e ku dê heft salan li paş hesinên zindanê bimînin.

Dadgehê dît ku Sena Boxrom, a 26 salî ku weletîyeke Mexribî ye, bi "bikaranîna birêvebertîya idîolojîyî" ya rêxistinê tawanbar e herwiha bi "belavkirina ramanên siyasî û olî yên ku tundîyê li dijî xelkê û xêrê rewa dikin."

Plan dikir ku here Sûrîyayê daku bi DAIŞê re şer bike, li gorî dadgehê.

Herduyên din, Leyla Hayra, ya 23 salî ku welatîyeke Mexribî ye, û Sêf Eddîn Hayik Anîba, 22 salî ye ku welatîyekî Spanî ye, hatin dîtin ku bi birîvebertîya ne kêmî sê grûpên WhatsAppê hatine tawanbarkirin û eger heye ku kesine din bi wan re hebin.

Dadgehê hewiha Fabîyo Mîgêl Medêros Almêda, ku 33 salî ye û welatîyekî Prtûxalî ye ku ew di prossea fêrkirinê de bû ji hêla rêxistinê ve, çar sal hukim lê birî.

Almêda, yê ku bernavê "Ebdulrehman" bi kar anîbû, li Spanîyayê hat girtin di demek piçûk de piştî gihaştina ji Fransayê daku bi serkirdeya xelkê re şû bibe.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500