Nûçeyên Iraqê

PolîsêElmanî pênc bergumanên DAIŞ girtin

Polîsê Elmanî roja Sêşemê (8ê Mijdarê) pênc gumanbarên yên têkiliya wan bi "Dewleta Îslamî li Iraq û Şamê" (DAIŞ) girtin ku wan hewla rêxistinkirina çekdaran ji komê re dida, AFP ragihand.

"Pênc tawanbar tora Selefî-Cîhadê giştî-herêmî, li gel tawanbar Ehmed Ebdulezîz Ebdula A. ê ku rola serkêşiyê digre avakirin," daxuyanî ji nivîsgeha dozgeran hate dayîn.

Serkêşê komê ê Iraqî yê 32- salî, şîretkarekî bi bandor e ku bi navê Ebu Wela jê re tê gotin, Ralf Jaeger, wezîrê karên hundir yê wîlayeta rojavayî-bakurî Rayn-Wêstfaliya.

"Mebest ji tora ku ji aliyê wî ve dihate birêvebirin ji bo şandina xelkê ji bo DAIŞ a li Sûriyê bû ," Dozgerên federal gotin.

Pênc li bakurî wîlayeta Saksonya Jêrîn û li bakurî Rayn-Wêstfaliya hatin girtin.

Torê zilamekî ciwan û malbata wî ji bo tevlîbûna DAIŞ li Sûriyê şand, dozgeran got.

Di vê navberê de, dadgeha Elmanî roja Duşemê du mêrên Sûrî ku dibêjin ew penaberin darizand, lê hatina tawanbarkirin ku bazirganên mirovan in ew ji kuştina heşt miriyên di deryayên bilind de di sala bûrî de berpirs in.

Dozgeran Ehmed Xendur, yê18 salî, û birayê wî Fûad, yê 20 salî , bi karkirina li gel girupeke qaçaxçiyên mirovan ln Kurd ku wê penaber neçarî siwarbûna qiyekekê ne durist dikirin hat tewanbarkirin.

Girupê ku soza birina welatiyên Iraqî ji havîngeha Tirkîyê Bodrum ji bo girava Yonanî Kos ku derdora 2,500 $ bo her yekî dike dabû,dadgeha Koloniya guhdar kir. Gerek e biryar di 6'ê Kanûnê de were standin.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500