Nûçeyên Iraqê

Bi pêşketina hêzên Iraqî şerê Mûsilê didome

Hêzên hevbeş ên Iraqî roja Înê (18ê Mijdarê) di pêşketina ber bi navenda bajarê Mûsilê ve berdewam bûn, di demekê de ku malbatan tên ewlekirin ber bi kampan ve, Fermandariya Operasyonên Nînewa got.

"Pevçûn li eniya rojhilat li hin dever û taxên nav Mûsilê berdewam in" Fermandarê operasyonên Nînewa Necmedîn Kerîm el-Jiburî ji Diyaruna re got.

"Artêş çekên giran bi hişiyarî bikartîne, ji bo ku sivîl ziyanê nebînin" wî got.

Hêzên Iraqî bi temamî gundê Esba li rojhilatê Mûsilê rizgar kirin, wî got, "û niha gihştine derdora Wehda, li başûrê Mûsilê, ku ew li wir mîn û teqemeniyan paqijdikin daku di saetên pêş de zêdetir pêşbikevin".

"Windahiyên DAIŞ gelekî zêde ne, û hejmara endamên wan kêmtir dibe di berdewamiya lêdanên hevpeymaniya navdewletî li ser çeperên wan." el-Jiburî got.

Zêdetir ji 100 malbatî roja Înê ji deverên pevçûnan li rojhilat hatin derxistin, wî got, û anî ziman ku ew ji bo kampan li nêzîkî Mûsilê hatin birin.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500