Nûçeyên Iraqê

Peyvdar: Sêçarîkê rojhilatê Mûsilê ji DAIŞ rizgarbûye

Hêzên Iraqî zêdetirî sêçarîkê rojhilatê Mûsilê,piştî çar hefteyan ji şerê rizgarkirina bajêr ji "Dewleta Îslamî li Iraq û Şamê" (DAIŞ), AFP roja Sêşemê (15ê Mijdarê) ragihand.

"Ji nîvî bêtir ji vî alî (rojhilat) ve hatiye rizgarkirin," berdevkê wezareta Hundir Saed Maen di konferanseke rojnamevanî de got.

Roja Sêşemê, hêzên Iraqî taxa Qadisiya li bakur-rojhilatê Mûsilê rizgar kirin "û niha tenê çar taxên niştecihan mane beriya çemê Dîclayê û navenda Mûsilê", fermandarê Operasyonên Nînewa Necmedîn Karîm el-Jiburî ji Diyaruna re got.

"Sivîl tehediya me ya serekî ne". "Em xwe dûrî bikaranîna çekên giran dikin ji bo parastina wan, lê carnan DAIŞ wan wekî mertalên mirovî bikartîne û carnan wan neçar dike ku ber bi me ve werin ji bo em neçar bibin rawestin."

"Lê, artêş bi aqilmendî û hayedarî di vî warî de tevdigere," wî got.

Hêzên Iraqî dest bi operasyona rizgarkirina Mûsilê di 17ê Cotmehê de kirin, û ber bi bakur, rojhilat û başûr ve pêşdikivin .

Hêzên li eniya rojava yekemîn hêz bûn ku gihştin Mûsilê , û hêza dije-terorê ên Iraqî heta niha gelek dever di nav bajêr de rizgar kirine.

Li eniya başûr, hêzên Wezareta Hundir nêzîkî firokexaneya Mûsilê li derdorê başûrê bajêr dibin.

Ji bilî Mûsilê, DAIŞ hîna bajarokê Til Efer ta rojavayê wê, û herweha devernan li parêzgeha Anbarê kontrol dike.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500