Nûçeyên Iraqê

Hêzên Iraqî êrîşên bi lez li dijî DAIŞ li rojhilatjê Mûsilê destpê kirin

Hêzên Îraqî roja Çarşemê (9ê Mijdarê) çend êrîş li dijî çeperên "Dewleta Îslamî li Iraq û Şamê" (DAIŞ) li rojhilatê Mûsilê destpê kirin, berpirsekî bilind ê artêşa Iraqî got.

"Hêzên me êrîşên bi lez li dijî çeper û cihên DAIŞ li taxên rojhilatê Mûsilê destpê kirin," Fermandarê operasyonên Nînewa Necmedîn Kerîm el-Jiburî ji Diyaruna re got.

"Bi dehan endamên DAIŞ di şeş êrîşên li ser çeperên DAIŞê hatine kuştin û birîndar kirin," wî got, û dewam kir, ku hêzên hevbeş ên Iraqî niha Karma, Qudis, Eden, Intîsar, Şelalat, Şeyma, Endalusiya, Sadat Bewêza û Aqûb kontrol kirine.

Hêzên Îraqî, bi piştgiriya hevpeymaniya navdewletî, aniha ber bi taxa Qadisiya ve ya li ser rêya ber bi navenda Mûsilê pêşdikevin.

Nêzîkî 42,000 kes ji malên xwe reviyan ji destpêka meha borî ya operasyona rizgarkirina Mûsilê ji DAIŞ, Rêxistina Navdewletî ya Koçberiyê roja Çarşemê got.

Rêxistina Navdewletî ya Koçberiyê li ser malpera xwe ya ji bo şopandina awarebûnê got ku 41,988 kes "ji ber encama operasyonên berdewam yên Mûsilê aware bûne".

Ku hejmar bi 7,000 kesan zêde bûye ji hejmara ku ji aliyê Rêxistina Navdewletî ya Koçberiyê di roja borî de hatibû dayîn.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500