Nûçeyên Iraqê

Koçberiya Navdewletî: Bêtirî nîvê awareyên Îraqî vegeriyane malên xwe

Bêtirî nîvê Îraqiyên ku ji ber krîzê awareyî beşine din ji welat bûbûn vegeriyane malên xwe, AFP roja Pêncşemê (4ê Kanûna Duyem) got.

Di dawiya Kanûna Yekem de, bêtirî 3.2 milyon awareyên Îraqî vegeriyanbûn mal di demekê de ku hîn 2.6 milyon dûrî mal dijîn, Rexistina Koçberiyê ya Navdewletî got.

Di kanûna Yekem de, Bexdayê serkeftin li ser "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) ragihand piştî şerekî sê-salî li dijî rêxistinê ku bû sedema reva bi dehên hezaran.

"Vegerandina deveran ji aliyê hêzên Îraqî ve girîng e, weke çawa başbûna ewlekariyê wisa ye," berpirsa pêwendiyan Rêxistina Koçberiyê, Sandra Blak, got.

Wê got ku nêzîkî sêyeka wan kesan vegeriyane malên ku gelekî yan jî bi temamî wêran bûne.

Nêzîkî 60% vegeriyane malên ku ziyaneke kêm gihabû wan.

Ziyan gihişte jêrxaneyên din jî di şer de, ku xelk li hinek deveran behsa nebûna av û elektirîkê dikin.

Bêtirî milyonek Îraqî vegeriyaye mal li parêzgeha Enbarê, ku hêzên Îraqî endamên dawî yên DAIŞ dawiya par jê derxistibûn.

Bêtirî sêyeka van awareyan li parêzgeha Nînewa ye, piştî ku bi dehên hezaran ji Mûsilê, ku duyem mezintirîn bajar e li welat, reviyabûn di dema pêngava serbazî ya çend-mehî bo vegerandina bajar de.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500