Nûçeyên Iraqê

DAIŞ kontrola xwe ya li ser Reqa bi nêzîkbûna êrîşê re tundtir dike

Niştecihên Reqa dibêjin "Dewleta Îslamî li Iraq û Şamê" (DAIŞ) hewla tundtirkirina kontrola xwe ya li ser bajêr dikin di demekê de ku hêzên hevpeymaniyê nêzîk dibin, AFP roja Çarşemê (16ê Mijdarê) ragihand.

kafeyên internetê hatin girtin, rêwîtî hat qedexekirin, û xalên kontrolê yên nû hatin damezrandin ji dema ku hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) dest bi operasyona rizgarkirina bajêr di 5ê Mijdarê de kiriye, wan got.

Ji wê demê ve, niştecih dibêjin ku DAIŞ hewla qutkirina bajêr ji cîhana derve dike, sepandina tarîkirina medyayî li ser xelkê bajêr yên ku zêdetirî 300,000 kesî ne.

Bi riya koma çalakvên Reqa bi bêdengî tê serjêkirin, AFP têkilî bi çend kesên di nava Reqayê de kiribû, yên ku rewş bi zêdebûna paranoya di nav serkêşên DAIŞ rave kirin.

Her giftugoyeke derbrê windahiyên DAIŞ dikare bibe sedema girtinê û heta bi sêdaredanê, niştecîhekî got.

Hevdem, DAIŞ propegendaya serkeftinê bi berdewamî dide pêş, wî got.

Niştecih ji demeke dirêj ve ji derketina Reqayê bêyî destûra DAIŞ hatibûn rêgirtin, tenanet di mehên dawî de derketin negengaz bû, Ebu Mohemed, çalakvanekî ji derveyê bajêr got.

Gelek niştecih dixwazin birevin, wî got, "lê eger pilanên wan hatin kifişkirin, ew tên girtin û pereyên wan tê desteserkirin, û qaçaxçiyên ku hewla alîkariya wan dikin dê bên bidarvekirin".

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500