Nûçeyên Iraqê
Civak

Niştecihên Reqayê salvegera rizgarkirinê bi bîr tînin

Welîd Ebû Xêr li Qahîrayê

Encumena Reqayê ya Sivîl kavil ji taxên Reqayê rakirin, piranîya wan vekirin û hejmarek mezin ji wan zift kirin. [Wêne ji Hêzên Sûrîyaya Demokratîk hatiye wergitin]

Encumena Reqayê ya Sivîl kavil ji taxên Reqayê rakirin, piranîya wan vekirin û hejmarek mezin ji wan zift kirin. [Wêne ji Hêzên Sûrîyaya Demokratîk hatiye wergitin]

Bajarê Reqaya Sûrîyayê xwe amade dike bo pîrozkirina yekemîn salvegera rizgarkirina xwe ji "Dewleta Îsalmî" (DAIŞ) di demekê de ji vê mehê.

Hêzên Sûrîyaya Demokratîk (QSD), ku hevpaymanîya navdewletî piştevanîya wê dike, ragihandin ku bakurê bajêr bi temamî li jêr kontrola wan bû di 17ê Cotmeha borî de, ku dawîn asêgehên DAIŞê li paytexa rastîn ya rêxistinê hat wêrankirin.

Ji wê çaxê ve, niştecihên bajêr ji Diyaruna re gotin, Encumena Reqayê ya Sivîl -- Birêveberîya Erebî-Kurdî ya xweser-- li ser vegerandina xizmetguzarîyên giştî û ewlehî dixebitin.

Sala par, xizmetguzarîyên av û kehrebê hatin vegerandin, rê hatin vekirin, û kavil û paşmahîyên teqemenîyên şer ji taxên bajêr hatin rahiştin.

Ji çaxa rizgarkirina wê ji "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) sala borî, Reqa sazîyên werzîşê ji nû ve ava kirin, weke vê sazîyê.[Wêne ji Hêzên Sûrîyaya Demokratîk hatiye wergirtin]

Ji çaxa rizgarkirina wê ji "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) sala borî, Reqa sazîyên werzîşê ji nû ve ava kirin, weke vê sazîyê.[Wêne ji Hêzên Sûrîyaya Demokratîk hatiye wergirtin]

Zilamekî Sûrî dîwarekî ava dike li derveyî avahîyeke ziyandar li bajarê Reqayê, roja 11ê Kanûna Duyem. Aniha bajar warê dora 300,000 kesî ye, lê piranîya bajêr vala bû gava DAIŞ hate derxistin Cotmeha borî. [Delîl Silêman/AFP] 

Zilamekî Sûrî dîwarekî ava dike li derveyî avahîyeke ziyandar li bajarê Reqayê, roja 11ê Kanûna Duyem. Aniha bajar warê dora 300,000 kesî ye, lê piranîya bajêr vala bû gava DAIŞ hate derxistin Cotmeha borî. [Delîl Silêman/AFP] 

Ev xebat ne gengaz bûn bêyî xebatên Hêzên Ewlekarîyê, yên ku ewlehî di hundirê bajêr de diparastin, û her û her piştevanîya QSDê dikirin, niştecihan wisa ji Diyaruna re gotin.

"Tiştê hatiye bi destxistin li bajêr ji çaxa rizgarkirinê ve berîya salekê ew serkeftineke mezin e, li gorî qaseya wêrankirinê ya ku li bajêr çêbû," niştecihekî Reqayê yê bi navê Mehmûd Emîn anî ziman.

Emîn ji Diyaruna re got ku tevlî paqijkirina kavil û mayînên ku li bajêr belawela bûbûn, girîng bû ku cihên terman hatibane destnîşankirin û ji hemû deveran hatibana rahiştin.

"Xizmetguzarîyên sereke, yên ji berê de li bajêr tune bûn, aniha ew dixebitin û baş jî dixebitin," Emîn got.

Emîn ragihand jî ku ev yek niştecihên koçber han da bo li bajar û gundên derdorê vegerin, ku dikan û bazargeh dîsa vebûn.

Emîn got "nîşana herî misoger ku jîyan li bajêr vegeriyaye ew e ku dibistan vekirî ne û şagirtan pêşwazî dikin," û da zanîn jî ku niştecih bawer in ku bajar ewle ye bo zarokên wan.

Emîn anî ziman ku ji vegera jîyanê mat mabû, û bextyar bû ku bibîne birêveberî herwiha li ser peydakirina pêdivîyên xweşîyê wek yarîgehên werzîşê û navendên ciwanan dixebitin.

"Pêşketineke mezin"

Xebatên rahiştina kavilan pêşketineke mezin bi dest xistin, taxên sereke piranîya wan aniha paqij in, li gorî Xalid Mistefa, yê di komîteya avakirinê de kar dike ya Encumena Reqayê ya Sivîl.

"Kar bo valakirina kolanên hundir berdewam e daku hemû tax û kolanan vekin," Emîn ji Diyaruna re ragihand.

Ev erkekî zehmet bû ji ber qaseya wêrankirinê, hebûna mayînên DAIŞê çandibûn ku gerekdarî destwerdana tîmên tarxankirî ne, ûgoristanên komî , ev hemû hiştin xebatên çaksazîyê rawestin an dereng bimînin, wî got.

Emîn got ku "tevî wilo jî, hemû encam baş bûn, çiku hemû tax vebûn û hejmarek mezin ji wan hatin ziftkirin," û resîfan jî hatin çaksazkirin, paqijkirin û herwiha boyaxkirin.

Emîn anî ziman ku taxên sereke bi lempeyên enerjîya rokê ronîkirî ne, û aniha av digihêje hemû deverên Reqayê ji çaxa bidawîkirina karê nûkirin û çaksazîya torê.

Wî got ku xebat bo zêdekirina zexta avê hatin kirin daku av bigihêje hemû deveran, da zanîn jî ku hinek kesên ku li qatên jorîn dijîn ji negihaştin avê gazin dikirin an av têra wan nedikir.

Ji ber nerêkûpêkîya gihaştina kehrebê ji tora kehrebê ya sereke, niştecihan kehreba xwe ji jênaretorên kehrebê yên taybet kişandin.

Emîn eşkere kir ku birêveberî alîkar e di kêmkirina xerckirinê de di rêya peydakirina mazotê re bo xwedîyên jêneratoran bi buhayên arzan, û herwiha di rêya peydakirina xaza pêjandinê bi buhayekî arzan.

Herwiha vegerandina çandinîyê jî di serî de bû, çimkî ew çavkanîya dahatî ya sereke ye li herêmê, çotkarekî Reqayê yê bi navê Cemal Bekar wisa ji Diyaruna re got, û da zanîn jî ku "pompeyên avê hatin çaksazkirin û kenalên avdanê hatin çêkirin."

Bekar anî ziman jî ku piştevanîya ku ji çotkaran re pêşkêşkirî ye herwiha peydakirina dermanên nexweşîyan yên sereke dihundirîne, yên ku hinek ji wan belaş tên dayîn an bi buhayekî arzan tên firotin.

Alîkarîya sivîlan

Hêzên Ewlekarîyê berdewam in di misogerkirina ewlehîyê û rêxistinkirina trafîkê de li Reqayê û derdora wê, niştecihê Reqayê û xwebexşê di Hêzên Ewlekarîyê yên Îraqî de Ramiz Husên got.

"Niştecihên bajêr bi awayekî geş bi hêzên ewlekarîyê re alîkar in ji ber ew gelekî hişyar in ji xwezaya erkê spartî wan hêzan," wî ji Diyaruna re got.

Husên got ku em dikarin ewlekarîyê biparêzin tenê di rêya alîkarîya xurt di navbera sivîl û hêzên ewlekarîyê de.

Husên anî ziman ku Hêzên Ewlekarîyê rêbend li hundirê bajêr saz kirine û pagerên birêkûpêk pêk tînin, dema ku Hêzên Sûrîyaya Demokratîk peydakirina ewlekarîyê li derveyî bajêr û derdora wî girtiye xwe daku nehêle tundrû bi dizî derbas bibin.

"Herwiha Hêzên Ewlekarîyê yên Hundir bi awayekî berdewam bi Hêzên Sûrîyaya Demokratîk re alîkarîyê dikin, ên ku yekser destwerdanê dikin di çi rewşa awarte ya têkildarî ewlekarîyê de," wî anî ziman.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500