Nûçeyên Iraqê
Terorîzm

DAIŞ fişarên xwe li ser xelkê Reqa tundtir dike

Welîd Ebu Xêr li Qahîre

"Dewleta Îslamî li Iraq û Şamê" karên xwe yên tundutûj li hember xelkê Reqa zêdetir dike di demekê de ku li Menbic rastî şikestinan tê. [Wêne ji aliyê Kampaniya Reqa bi Bêdengî tê Serjêkirin]

"Dewleta Îslamî li Iraq û Şamê" karên xwe yên tundutûj li hember xelkê Reqa zêdetir dike di demekê de ku li Menbic rastî şikestinan tê. [Wêne ji aliyê Kampaniya Reqa bi Bêdengî tê Serjêkirin]

Xelkê bajarê Reqa yê Sûriyê ji Diyaruna re dibêjin ku ew di şertûmercên dijwar de dijîn ji ber ku "Dewleta Îslamî li Iraq û Şamê" (DAIŞ) tawankariyên xwe zêdetir kirine piştî jidestdayîna Menbic.

Hevdem, wan got, gelek endamên DAIŞ neçar bûne ku malbatên xwe veguhezin Reqa ji ber jidestdayîna girûpê ji erdê re, ev yek jî guvaşên aborî û kêmbûna xwarinê li bajêr çêdike.

Ji destpêka operasyona serbazî ya rizgarkirina Menbic ve, guvaşên ku DAIŞ danîne ser xelkê Reqa heta "astên ku nayên tehmûlkirin" zêde bûne, welatiyê ji Reqa Emced Mihemed ji Diyaruna re got.

"Çavdêrî ji berê tundtir bûye, ligel danîna bi dehên rêbendan di nav bajar de û li ber deriyên wî, û tundkirina çavdêriyê li zeviyên derdorê jî," wî got.

Endamên DAIŞ hebûna xwe di nav bajar de zêde kirine, wî got, û operasyonên girtinê yên jinişkave li cihên giştî mîna kafêyên înternetê pêk tînin, êrîşî wan dikin û zirtan li herkesê ku destên xwe hilde dikin.

"Piştre pişkinînan dikin daku binerin xwediyên kafêyê çi dikin, û her kesê ew bibîbin ku malperên nû yanjî torên civakî yên ku nûçeyên li dijî girûpê di wan de hene vedike digrin," Mihemed got.

Endamên girûpê herwiha bi ser malan de digrin û li alavên wergirtina bexça kenalên asmanî digerin, ku DAIŞ ew qedexe kirine, wî got, tevî ku alavên satelîtê hîn li ser banên malên endamên DAIŞ û malbatên wan hene.

Îdamkirinên giştî

Herwiha, Mihemedî got, DAIŞ karkirina bi cezakirina giştî bi temamî vegerandiye, û xelkê li meydanên giştî yên bajar îdam dike.

Girûpê di mehekê de heft kes îdam kirin, wî got, di nav wan de kurekî 15 salî, bi navê Haris Ebdula Mecîd, ji bajarê Tebqa, ku girûpê ew bi "kafirbûnê" û hevkariyê ligel hêzên rizgarker tometbar kiribû.

"Meydana saetê Cihê pêkanîna piraniya van karên hovane ye, û Mihemed Elaiwî û kurê wî di nav an kesên ku hatin serjêkirin de bûn ku bi hevkariya ligel hevpeymaniyê hatibûn tometbarkirin," wî got.

Raportên medyayî dibêjin ku DAIŞ lêborînek derxist û tê de da xuyakirin ku navên kesên ku bi hevkariyê ligel aliyên dijber hatine tometbarkirin nerast in, Mihemed got.

"Xuya ye ku girûp li pişt van raportan e, ji ber ku girûpê tê de bangek ji xelkê ku bi karên wisa hatine tometbarkirin ku r xwe radestî ofîsa polîsên olî bikin bo îtirafê bikin û lêborînê bidest bixin," wî got.

Eger ev yek rast jî be, wî got, xelkê bajar baweriya wan qet bi girûpê nayê, û dê ne gelekî ehmeq bin ku xwe radest bikin ji ber ku ew "dizanin cezaya tometeke wisa îdamkirina bi serjêkirinê ye".

Di hefteyên dawî de, welatiyê ji Reqa bi navê Wael Mistefa ji Diyaruna re got, girûpê destdanîna ser mal, erd û dikanên xelkên ku ji bajar reviya ne berfirehtir kir, bi bihaneya ku ew reviyane erdê bêolan û kafir tên hejmartim.

"Rewşa aborî li bajar û gundewarên wî bi sedema kêmbûna pêdiviyên ku derbasî bajar dibin zehmet e ji ber şerên ku di bêtirî herêmekê de gurtir dibin," Mistefa got, anî ziman ku hejmara zêde ya xelkê ku awareyî herêmê dibin rewş xirabtir kiriye.

Bajar niha bi hezarên kesên ku nû hatîn tije bûye, wî got, di nav de sivîl û malbatên endamên DAIŞ ên ku ji Menbic, Dêrezor, û Swêda reviyane.

Aloziyên navxweyî

Li gelek deverên bajar aloziyên berçav navbera endamên DAIŞ ên Sûrî û biyanî de çêbûne, firoşyarê ji Reqa Hemed Meter ji Diyaruna re got.

Girûp qebûl nake ku termên çekdarên xwe yên Sûrî yên ku di şer de hatine kuştin vegerîne, weke mînak, lê belê termên endamên xwe yên biyanî vedigerîne, wî got.

"Aloziyeke bêtir serî hildaye bi sedema guhnedana bijîşkî, ji ber ku çekdarên biyanî guhdaneke bijîşkî ya temam werdigrin, lê belê pêwîstiya Sûriyan ya bi guhdana bijîşkî û emeliyatan tê piştguhkirin," wî got.

Alozî herwiha li deverên ku xelkê tevlî rêzên DAIŞ jî dibin çêdibin, wî got, ji ber ku nûçe bi temamî tên qutkirin, û xuya ye ku girûp êdî bavûdêyan ji mirina kurên wan agahdar nake.

Rewş ji xelkê ku dixwazin ji bajar birevin gelekî zehmet bûye , Meter got, ji ber ku girûpê çavdêrî li ser rexên derve yên tevahiya herêmê tundtir kiriye.

Girûp vê dawiyê li pey girûpeke qaçaxçiyan ket û du ji wan girtin, wî got, yên ku piştre li navenda bajar nêzîkî mûzexaneyê bi tometa derxistina xelkê bi qaçaxî ji sînorên "xîlafeta" DAIŞ hatin îdamkirin.

Endamên DAIŞ pankartek li ser girtiyekî sêyem daleqandin, ku navê wî Ebdilrehîm Cabir e, û ew li pişta kamyonekê di nav bajar de gerandin, lê belê qaçaxçiyên din nepenî bûn û tê gotin ku bi awayekî ebedî ji deverê derketine, wî got.

Vê yekê bi awayekî aktîv rêya derketinê ya dawî ji Reqa girt, wî got jî.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500