Nûçeyên Iraqê

Lêdanên esmanî êrîşî 3 nexweşxaneyan li başûrê Sûriyê kirin

Sê nexweşxane li deverên di bin kontrola parêzgeha Heleba Sûriyê de bi lêdanên esmanî hatin hedefkirin di 24 saetên borî de, û stafê pizîşkî û nexweş birîndar kirin, AFP roja Sêşemê (15 Mijdarê) ragihand.

Yek ji wan nexweşxaneyan li gundê Ewêcil li rojavayê parêzgehê bi şev rastî êrîşan hat, Rewangeha Sûrî bo Mafên Mirov got.

Di nav birîndaran nexweşê ku hatibûn veguhestin bo wî cihî piştî nexweşxaneyek li gundê Kefir Neha yê nêzîk roja Duşemê rastî êrîş hatibû, Rewangehê got.

Nexweşxaneya sêyem -- li bajêrê Etarib --pênc caran di şefeqa roja Duşemê rastî êrîşan hat, Rewangehê got. Ew êrîş odeyên neştergeriysn û dermanxane wêran kirin, û ambûlans rûxandin û karmendên pizîşkî jî birnîdar kirin .

Nexweşxaneyên li Etarib û Kefir Neha di heman êrîşê esmanî de rastî êrîşê hatin.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500