Nûçeyên Iraqê
Ewlehî

Êrîşên esmanî li ser başûrê Sûrîyayê pêk tên piştî binkeftina giftûgoyan

AFP

Duman bilind dibe ji deverên li jêr destên opozîsyonê li Deraayê, di dema pêkhatina êrîşên asmanî yên hêzên rejîma Sûrî roja 5ê Tîrmehê. [Mihemed Ebazîd/AFP]

Duman bilind dibe ji deverên li jêr destên opozîsyonê li Deraayê, di dema pêkhatina êrîşên asmanî yên hêzên rejîma Sûrî roja 5ê Tîrmehê. [Mihemed Ebazîd/AFP]

Pêlin ji êrîşên esmanî li deverên li jêr kontrola opozîsyonê li başûrê Sûrîyayê îroj Pêncşemê (5ê Tîrmehê) dan di demekê de ku rejîma Sûrî û hêzên alîgir dest bi pêngava bombebarankirina xwe ya giran kirin ji dema êrîş di 19ê Hezîranê de dest pê kir.

Êrîşa nûkirî piştî binkeftina giftûgoyan roja Çarşemê hat, guftûgoyên bi serpereştîya Rûsyayê bo bidawîkirina êrîşa li Parêzgeha Deraayê.

Rewangehê got ku dora 150 sivîlan ji destpêka êrîşê ve hatine kuştin, herwiha raportên NY dibêjin ku 330,000 kes bêwar bûne.

Bi sedan mûşek, bermîlên teqîner bi dirêjahîya şevê ji hêla balefirên Rûsî û Sûrî hatin barandin, Rewangeha Sûrî bo Mafên Mirov ragihand.

Birêveberê Rewangehê Ramî Ebdul Rehman got ku bombebarankirin hewldanek bû bo bi paş ve vegerandina opozîsyonê, "piştî wan mercên Rûsî yên têkildarî gihiştin bi agirbestekê red kirin".

Rewangehê got ku êrîşên esmanî berdewam in, û bajarokê Tefasê li bakurê rojavayê parêzgeha Derayê û bajarok û gundên nêzî sînorên Urdinê dikin armanc.

Rewangehê anî ziman ku şeş sivîl, di nav de jinek û çar zarok, li bajarokê Sêdayê, ku hêzên rejîmê yên piyade dixwazin wê kontrol bikin, hatin kuştin.

Rewangehê ragihand ku rejîmê herwiha rêbendek li ser sînorên Urdinê kontrol kir bo cara pêşîn di her sê salên borî de.

Giftûgoyên bi serpereştîya Rûsyayê bi bin keftin

Êrîşa giran hat piştî ragihandina opozîsyonê roja Çarşemê ku giftûgoyên bi serpereştîya Rûsyayê bo radestbûneke gotûbêjkirî li hember bidawîkirina pêngava serbazî bi bin keft.

Zêdeyî 30 bajarokan li başûr welat berî niha radesbûn pejirandibûn, wiha jî rejîmê kontrola xwe li ser Parêzgeha Deraayê berfereh kir bo dora 60%, anku du caran bêhtir piştî destpêkirina êrîşê.

Vê heftîyê giftûgoyan bal kişandin ser erdên mayî yên opozîsyonê li gundewarê rojavayî yên parêzgeha Deraayê û nîvê başûrî ji paytexta parêzgehê.

Piştî civîneke bi şandeyeke Rûsî re di nîvroya roja Çarşemê de, fermandarîya hevbeş a opozîsyonê li başûrê got ku giftûgo di mijara radestkirina opozîsyonê ji çekên xwe yên giran re bi ser neketin.

Çavkanîyên opozîsyonê gotin ku Rûsya dawa radestkirina çêkên giran bi xar kir, lê çekdarên opozîsyonê xwestin vê yekê li ser gelek qonaxan pêk bînin.

Hat ragihandin jî ku Rûsya xwestekên hinek çekdarên opozîsyonê yên têkildarî korîdoreke ewleh bo derbasbûna deverên jêr destên opozîsyonê li deverine din ên Sûrîyayê red kirin.

Encumena Ewlekarîyê ya NY dê civîneke awerte têkildarî êrîşa îroj Pêncşemê girê bide.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500