Nûçeyên Iraqê

Serokê NY: Êrîşên li ser nexweşxaneyan li Sûriyê tawanên şer in

Sekreterê Giştî yê NY Ban Ki-moon roja (28ê Îlonê) êrîşên li ser du nexweşxaneyên mezin li taxên di destên opozisyonê de li Heleba Sûriyê şermezar kir û weke "tawanên şer" wesif kir, AFP ragihand.

"Bila em zelal bin.Yên ku her çekên tunekirinê zêdetir bikartînin yekser dizanin bê ka ew çi dikin. Ew dizanin ku ew tawanên şer dikin," Ban ji Encûmena Ewlekariyê ya NY re got.

Êrîşên asmanî Çarşemê zû li du nexweşxaneyên mezin li parçeyên di destên opozisyonê de li Helebê xistin, û ew li dervî xizmetê bi awayekî demekî hiştin, rêxistina pizişkî ya destekê dide wan got.

"Ev êrîş seat çarê sibehê pêk hat. Balefirek şer herdu nexweşxane yekser ermanc girtin," Edhem Sahlul ji Civaka Pizişkî ya Emerîkî-Sûriyî got.

"Tenê şeş nexweşxane hene ku niha kar dikin, ev demeke ku M2 û M10 li dervî xizmetê mane," wî got.

Herdu nexweşxane xwedan yekîneyên çavdêriya çirûpir û karînên dermankirina trawman bûn û di êrîşên asmanî yên borî de hatibûn ermanc girtin, li gorî Sahlul yê ku bombebaran weke (bi mebest) wesif kirin.

Li M10, ya herî mezin , bombebaranê Ceneratora dezgehê bi tevahî wêran kir.

Sê karmend li nexweşxaneya duyem, di nav wan de şofêrê embulansê, paristarek û jimêryarek birîndar bûn.

"Du nexweş mirin. Em hîna jî hewl didin bizanin ku ew yekser ji ber êrîşê mirin anjî ji ber dermankirina ku hatibû qutkirin," Sahlul anî ziman.

Sehlul hişiyariya encamên tenduristî yên dijwar da eger dîsan tundutijî zêde bibe, weke ku çawa di êrîşên asmanî yên giran de pêk hat di dawiya hefeyê de, dema ku nexweşxane girtî mabûn.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500