Nûçeyên Iraqê

Êrîşên nû li Heleba Sûrî pêk tên ligel kêmbûna pêdiviyan

Balafirên şer êrîşên li ser deverên di bin destê opozisyonê li Heleba Sûrî roja Duşemê (26ê îlonê) dewam kirin dema ku niştecih hişyarî dan ku xwarin û derman ber bi kêmbûnê ve diçin.

Pêleke êrîşan li ser deverên di bin destê opozisyonê de li rojhilatê bajar serê sibehê, bi taybetî deverên Meşhed û SeyfDewla, pêk hat û bûn sedema agirên mezin.

Rewangeha Sûrî bo Mafên Mirov got ku bi "dehan êrîş" li deverên rohjihlatê Helebê qewimîn piştî nîvê şeva roja Yekşemê û gelek kes birîndar bûn û herî kêm dû sivîl hatin kuştin.

Ew roja çarê bû ji êrîşên asmanî yên dijwar li ser bajar ji dema hilweşîna agirbesta kurt a bi navbênkariya Rûsiya û Amerîka.

Rewangehê got ku roja Duşemê herî kêm 128 kes, bi piranî sivîl bûm, di êrîşan de hatin kuştin li rojhilatê Helebê ji dawiya roja Pêncşemê ve, 20 ji wan zarok û neh din jî jin bûn.

Herî kêm 36 sivîl, 11 zarok û pênc jin di nav de hebûn, di êrîşên ku armanca gundewarên parêzgeha Helebê de kirin hatin kuştin, Rewangehê got.

Jêderekî pijîşkî li cihên di bin destê opozisyonê li Helebê got nexweşxane bi hejmara mezin a qurbaniyan re nagihin ligel kêmbûna alikairyan.

Dora du milyon sivîl bê av man roja Şemiyê piştî bomebarana rejîmê westgeheke avê wêran kir û çekdarên opozisyonê yeke din weke tolhildan girtin, UNCEF got.

UNICEF got ku xesara rêyên gihandinên sereke metirsiyeke mezin li ser deverên di bin kontrola opozisyonê çê dike ji ber ku bi tenê yek alternatîva din heye ew jî ji bîrên gelek pîs e.

Sekreterê Giştî yê Netewyên Yekbûyî Ban Kî-moon roja Yekşemê bang li hêzên cîhanê kir ku zêdetir kar ji bo bidawîkirina "kabûsa" li Sûriyê bikin dema ku Civata Giştî ji bo danûstandên bilez ên derbarê dijwariya şer li hev civîn.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500