Nûçeyên Iraqê
Tendirustî

Nexweşxaneya Diyalayê careke din tê vekirin piştî sazkirinên piştî DAIŞê

Xali Ta'î

Tîmekî bijîşkî jineke nexweş li Nexwexaneya Celewlayê ya Giştî li bakur-rojhilatê parêzgeha Diyalayê derman dike, nexweşxaneya ku bi awayekî fermî careke din di 10ê Kanûna Duyem de hat vekirin. [Wêne ji rûpela Facebookê Nexweşxaneya Celewlayê ya Giştî hatiye wergirtin]

Tîmekî bijîşkî jineke nexweş li Nexwexaneya Celewlayê ya Giştî li bakur-rojhilatê parêzgeha Diyalayê derman dike, nexweşxaneya ku bi awayekî fermî careke din di 10ê Kanûna Duyem de hat vekirin. [Wêne ji rûpela Facebookê Nexweşxaneya Celewlayê ya Giştî hatiye wergirtin]

Nexweşxaneya Celewlayê ya Giştî li bakur-rojhilatê parêzgeha Diyalayê bi awayekî fermî di 10ê Kanûna Duyem de vegeriya xizmetê, Wezareta Tendirystîyê ya Îraqî îlan kir.

Nexweşxane, ya ku yek ji nexweşxaneyên herî mezin e li parêzgehê, ji alîyê "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) ve bi awayekî dijwar hat ziyankirin dema wê girte ser Diyalayê berî çar salan, birêveberê peywendiyên Birêveberîya Tendirustîyê li Diyalayê Faris Ezawî got.

Karê sazkirinê piştî salakê dest pê kir, piştî DAIŞ hat derxistin, wî ji Diyaruna re got.

"Ji ber asta wêranbûna beşê sereke ji nexweşxaneyê û çengên wê mezin bû, tenê xizmetine kêm ji nexweşan re hatin pêşkêşkirin," wî got.

Nexweşxane bi giştî hat sazkirin û bi pêdevîyên nûjen hat dabînkirin daku derfet hebe sehkirinên bijîşkî yên rotînî û neştergerî bên kirin.

"Îro nexweşxane bi erkê xwe radibe bi kapasîteya xwe ya tam, ew xizmeta bijîşkî ji dora 100,000 kesî re pêşkêş dike, yên ku li Celewlayê û deşta devera Hemrînê dijîn," wî got.

Siwênkara bi 50 textî dermankirinê ji kemek hatatên lezgîn û şert û mercên bijîşkî yên xeternak re pêşkêş dikin, herwiha prosedûrên nûjdarî yên alozdar, Ezawî not kir.

Nûvekirina siwênkarên guhdana tendirustî

"Bi sazkirina avahîya vê nexweşxaneyê tenê nexweşxaneyeke giştî li bajarê Saedîyayê yê nêzîk dimîne, ew jî nexweşxaneyeke din e ku ji alîyê çekdarên DAIŞê ve li Diyalayê hat wêrankirin," Ezawî got.

Wî got ku kar li nexweşxaneya Saedîyayê ya bi 30 textan hema hema tam e.

Dema ku Nexweşxaneya Celewlayê nema xizmet dabîn kir, Birêveberîya Tendirustîyê li Diyalayê navendeke tendirustîyê li Edhimê û deşta Hemrînê careke din vekir, Ezawî got.

Hemû nexweşxane û navendên bijîşkî yên hatin nûkirin bi hemû karmendên xwe kar dikin, wî got.

Nûkirina Nexweşxaneya Celewlayê gelek beş û avahî di nav xwe de hewandin, Umer Kerawî, yê ku nûnerîya deşta Hemrînê di encumena parêzgeha Diyalayê de dike, got.

"Di nav de odeyên neştergeriyê, yekîneyên lezgîn, çengên wîladetê, ICUs, beşên X ray û sehkirinê, herwiha tîmargeha navendî," wî ji Diyaruna re got.

Piranîya avahîyan bûne komên molozan, wî got, wî anî ziman ku pêdivîyên bijîşkî ji alîyê endamên DAIŞê ve hatin wêrankirin.

Birêveberîya Tendirustîyê ya Diyalayê komek ji pêdivîyên bijîşkî ji nexweşxaneyê re dabîn kirine, di nav wan de maşînên MRI, skanerên CT û X ray, wî got, zêdeyî vê yekê derman, vaksîn û dabînkirinên alîkarîya seretayî.

Xizmetkirina niştecîyên xwecihî

Nexweşxane bi piştgirîyeke yekser ji alîyê Programa Pêşxistinê ya NY (UNDP), Banka Navdewletî û hin rêxistinên navdewletî yên din hat nûkirin, ji hêla din ve rêxistina Bijîşkên Bê Sînor (MSF) korsên rahênanê bo karmendên bijîşkî organîz kirin.

Vekirina Nexweşxaneya Celewlayê careke din dê alîkarîyê bi malbatan re bike, "malbatên ku mecbûr bûn durahiyeke dirêj biçin daku bigihin nexweşxaneyên Baqûba û Miqdadîyê", endamê encumena parêzgeha Diyalayê Xidir Muslim ji Diyaruna re got.

Nûavakirina nexweşxaneyê beşek ji kampanyaya aramîyê ye ya ku hikûmeta xwecihî ya Diyalayê serperiştîya wê dike, wî got, ya armanc dike deverên ji alîyê DAIŞê ve hatin zirarkirin ji nû ve ava bike.

Nexweşxane her roj pêşwazîya nifşekî ji nexweşan dike.

"Aniha em hatin rehetkirin," niştecîya Celewlayê Meyada Elî ya 50 salî, ya ku bi hevjînê xwe re hat daku dermankirina êşa movikan werbigre, got. "Ez nizanim me dê çawa bikiriba eger ev nexweşxane nehatibaye sazkirin."

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500