Nûçeyên Iraqê

Pevçûn li Heleba Sûriyê piştî hişyariya artêşê pêk tên

Hêzên rejîma Sûriyê raserî şervanên opozîsyonê li derdora rojhilatê bajarê Helebê roja yekşemê (13ê Mijdarê) hat, AFP ragihand.

Pevçûn li taxa Kerem Turab û li gundê Ezîza yê gelek nêzî derveyî bajêr çêbûn, Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirov got.

Pevçûn di dema ku niştecîh li rojhilatê Helebê de nameyên nivîsandî yên hişyariya derketina şervanên opozîsyonê ji bajêr di nava 24 saetan de wergirtin çê bû.

"Çekdarên li rojhilatê Helebê, we tenê 24 saet ji bo biryardana derketnê heye," nameyê got.

"Kesên ku dixwazin jiyana xwe rizgar bikin divê çekên xwe deynin û ewlehiya wan dê misoger bibe. Piştî bi dawî hatina vê heyamê, êrîşeke stratejîk ya plankirî wê were destpêkirin," wê dewam kir.

Rejîm û artêşa Sûriyê bi berdewamî nameyên nivîskî ji bo çekdarên opozîsyonê û niştecîhên li rojhilatê Helebê şandin ku wan hişyar dike ku ji beşê dorpêçkirî derkevin.

Moşek bi ser rojavayê Helebê de ku di dest rêjîmê de ye avêtin û çar kesan li taxa Heleb Cedîde roja Yekşemê kuştin, Rewangehê got, hevdem heft kesan bi moşekên rejîmê li navçeya Salhîn li rojhilatê Helebê hatin kuştin.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500