Nûçeyên Iraqê

DAIŞ Asêgeha xwe ya sembolî Dabiq ji dest dide

Şervanên opozisyona Sûrî roja Yekşemê (16ê Cotmehê) bi vegerandina bajarokê Dabiq gurzeke gelek mezin li "Dewleta Islamî li Iraq û Şamê" (DAIŞ) dan, AFP ragihand.

Çekdarên opozisyonê bi alîkariya balafirên şer û moşekên Tirkî roja Yekşemê Dabiq girtin, bajarokê li parêzgeha Helebê, li gorî Rewangeha Sûrî ji bo Mafên Mirov.

Bajarok xwe bihadariya menewî û îdolojî yên mezin in ji DAIŞ û alîgirên wê re ji ber ku wan pêşbîniyek hebû ku şerekî gelek dijwar dê li Dabiq çêbibe, lê belê qîmeta wê ya stratîjî kêm e.

Şervanên opozisyonê çend bajarokên din ên nêzî Dabiq jî giritn, tevî Serwan, Ihtimaylat û Salihiya.

Di dema şer de ji bo vergerandina wan bajêran neh şervanên opozisyonê hatin kuştin û 28 ên din birîndar bûn, ajansa Anadol ya dewleta Tirk got.

Roja Yekşemê pevçûn li gundewarên li bakûr û başûrê Helebê û herwiha li navenda bajêr jî, derketin, Rewangehê got.

Di êrîşên asmanî li ser taxên rojhilatê Helebê yên di bin kontrola opozisyonê 31 kesan hatin kuştin, 15 ji wan sivîl bûn, Rewangehê got, û medyaya dewleta Sûrî ragihand ku agirê opozisyonê teqe li taxên bin kontrola rejîmê de li Helebê kir û sê kes hatin kuşt.

Hevdem, roja Yekşemê xwekujekî ku tê bawerkirin ji aliyê DAIŞ ve ye di dema pêkanîna êrîşeke de li dijî terorê li bajarê Gaziantep nêzî sînorê ligel Sûriyê xwe teqand û di encamê de sê efserên polîs mirin.

Pênc polîs û çar Sûrî birîndarbûn, parêzgar Elî Yerlîkaya got.

Piştî çend saetan, xwekujekî din teqemeniyên xwe teqand û xwe kuşt, lê tu kuştiyên din nebûn, berpirsan got.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500