Nûçeyên Iraqê

NY: DAIŞ 60 kesan ji ber "xiyanetê" li Mûsil dikuje

Çekdarên girûpa "Dewleta Islamî li Iraq û Şamê" (DAIŞ) li gorî gotinan 60 kes di vê hefteyê de bi guleyan kuşt û hin ji laşên wan li ser amûdan daliqandin piştî ku wan îdia kir ku wan hevkariyê ligel hêzên Iraqî kirine, AFP roja Înê (11ê Mijdarê) ragihand.

Ofîsa mafên mirov a NY derbarê sedên karên hovan yên ku li gorî gotegotan ji aliyê DAIŞ ve hatine pêk anîn hişyarî da hevdem ligel givaşa artêşa Iraqî ya êrîşa wan ji vegerandian Mûsilê , asêgeha DAIŞ a dawî li Iraqê.

"Roja Sêşemê, DAIŞ li gorî gotegotan 40 sivîlan li Mûsilê bi guleyan kuşt piştî ku wan bi "xîyanet û hevkaî" ligel hêzên ewlekariyên Iraqê tawanbar kirin," berdevkê ofîsa mafê mirov Ravina Shamdasani di daxuyaniyekê de got.

"Qurbaî cilên bi rengê pirteqalî li wan bûn ku bi rengê sor li ser wan bi peyvên "xayîn, sîxurên hêzên ewlekariyên Iraqê" hatibû nivîsandin. Leşên wan li ser amûdên kehrebê daliqandî bûn li çend cihan li bajarê Mûsilê," wê anî ziman.

Ebû Seyf, niştecihekî rojhilatê Mûsilê, ji AFP re bi rêya telefonê got ku wî laşên daliqandî li Mûsilê û nîşanên ku li ser wan "sîxur" û "xayîn"hatibû nivîsandin dît.

Ew hejmareke bi dîqet a leşan nizan e, lê belê wî got ku wî dora 30 heta bi 40 leşan dîtibû.

"DAIŞ xelk li çend kolanên Mûsilê kom kir û bi eşkere hejmarek ji xelkê bi temenên corecor kuştin, hin ji wan bi guleyan û yên din bi serjêkirinê," wî got.

Li gorî NY, tê gotin ku zilamekî 27 salî bi eşkere roja Sêşemê li navenda Mûsilê hat kuştin ji ber bikaranîna telefoneke mobîl, ku DAIŞ di deverên bin kontrola xwe de qedexe kiriye.

Û roja Çarşemê, DAIŞ 20 kesên din jî li bingeha serbaziya Xabat li bakûrê Mûsilê kuşt piştî ku wan bi "razçûna agahiyan" tawanbar kir, daxuyaniya NY got.

"Termên wan jî li hejmareke xaçerêyan li Mûsilê daliqandî bûn, bi nîşanên ku dibêjin: "biryarê îdamê" û "bikaranîna mobîlan ji ber dayîna agahiyan ji hêzên ewlekariyê yên Iraqî re", daxuyaniyê got.

Wiha diyar e ku ev hemû kuştin piştî hukmên "dadgehên" DAIŞ pêk anîne qewimîne.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500