Nûçeyên Iraqê

NY: DAIŞ li Mûsilê bi dehan dikuje, di nav de zarokek reviyayî

Zarokeke heft salî ya reviyayî di nav bi dehên sivîlan de bû ku tê gotin ji aliyê "Dewleta Îslamî li Iraq û Şamê" (DAIŞ) ve li Mûsilê di hefteyên borî de hatine îdamkirin, NY roja Sêşemê (29ê Mijdarê) got.

Ji dema ku şer ji bo rizgarkirina asêgeha DAIŞ a dawî li Iraqê berî şeş hefteyan destpê kiriye, ofîsa mafan a NY ragihand ku tê gotin ku bi sedan ji aliyê DAIŞ ve bi îdamkirinê hatine kuştin , tekez jî kir ku hinek ji karên hov ên îdîakirî bi temamî nehatine piştrastkirin, AFP ragihand.

Îdîayên herî dawî di kuştina di 22ê Mijdarê de ya "zarokek heft salî yê ku ber bi hêzên ewlekariya Iraqê ve li taxa Eden li rojhilatê Mûsilê dibeziya" lixwe digirtin, berdevka ofîsa mafan Ravina Shamdasani li Cenêvê ji nûçegihanan re got.

Gulebaran beşek ji awayên ragihandî yên çekdarên DAIŞê ne ku guleyan berdidin kesên ku hewl didin ji bajarê ku şer lê tund e birevin, li gorî ofîsa mafan.

NY herwiha agahiyên li ser komkujiya 11ê Mijdarê li taxa Bekir li rojhilatê Mûsilê wergirtine, ku têde 12 kes li gorî ragihandinê bi guleyan hatin kuştin ji ber ku "rê nedan ku DAIŞ rokêtan ji ser banên wan deynin û biavêjin", Shamdasani got.

Wê anî ziman ku xuya ye ku DAIŞê "avêjerên rokêtan danîne û nîşangir li ser banên malên sivîlan bicih kirine", li gelek cihan, ligel cezakirina nişteciyên ku qebûl nekin hevkariyê bikin.

Di bûyereke 25ê Mijdarê de, 27 sivîl li gorî ragihandinê li bakurê Parka Muhendisîn li Mûsilê hatin gulebarankirin, dibe ku ji ber "derxistina agahiyan" ji bo hêzên Iraqî, Shamdasani got.

Ofîsa mafan got ku karê wê yê standard bi piştraskirina karên hov bi rêya çavkaniyên piralî ne hertim mumkin bû di nav tevlîheviya li Mûsilê de, lê agahiyên wê ji çavkaniyên piştraskirî li ser erdê hatine wergirtin.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500