Nûçeyên Iraqê
Terorîzm

DAIŞ dest datîne ser telefonên mobîl li Mûsilê

Xalid el-Tayî

Nişteciyekî Bexdayê telefona mobîl li taxa Kerrada bikar tîne. Li Mûsilê, "Dewleta Îslamî li Iraq û Şamê" dest datîne ser telefonên mobîl. [Ehmed el-Rubeyî/AFP]

Nişteciyekî Bexdayê telefona mobîl li taxa Kerrada bikar tîne. Li Mûsilê, "Dewleta Îslamî li Iraq û Şamê" dest datîne ser telefonên mobîl. [Ehmed el-Rubeyî/AFP]

Di demekê de ku hêzên Iraqî nêzîkî Mûsilê dibin piştî zincîrek ji serkeftinan li dijî "Dewleta Îslamî li Iraq û Şamê" (DAIŞ), grûpê dest bi destdanîn ser telefonên mobîl û alavên komunîkasyonê ji xelkê kiriye, berpirsên Iraqî ji Diyaruna re gotin.

Grûpê hejmarek ji xelkê Mûsilê îdam kirine, bi tometa hevkariyê ligel hêzên rizgarker û dizekirina agahiyan, berpirsan gotin.

"Agahiyên ku me ji çavkaniyên xwe yên navxweyî di nav bajarê Mûsilê de wergirtine piştrast dikin ku endamên DAIŞê dest bi kampanyayekê kirine ji bo komkirina telefonên mobîl ji welatiyan," berpirsê medyayî yê Partiya Demokrata Kurdistanê li Mûsilê Seyîd Memûzînî got.

"Terorîstan derbasî malan bûn û welatî li kolanan girtin û li telefonên mobîl digeran," wî ji Diyaruna re got. "Kesên ku telefonên wan ên zîrek hebûn ligel her pêwendiyeke hatî yan çûyî yan jî her nameyeke nivîskî hatin girtin bêyî ti gotin."

DAIŞ nahêle xelk satelît û telefonên mobîl yan jî her alaveke pêwendiyê ya bêtêl ku rê dide gihiştina bo înternetê wan bikar bînin yan jî bibin xwediyên wan, Memûzînî got.

Ofîsa hisba ya grûpê (polîsên olî) hertim sûcbaran dişopînin, wî got jî, û dibe ku ceza mirin be eger endamên DAIŞ guman li kesekî kirin ku nûçeyan an jî agahiyên derbarê çalakiyên grûpê dize dikin.

Di 31ê Tîrmehê de, wî got, 12 xort ji aliyê grûpa îdamkirinê bi guleyan a DAIŞê ve hatin kuştin. Ew hatibûn zîndankirin bi tometên hevkariyê ligel serbazên Iraqî û pêşkêşkirina agahiyên derbarê tevgerên endamên grûpê ji wan re.

"Xewa nerehet" a DAIŞê

Kampanyaya nû ya DAIŞê li Mûsilê nimûneyeke din e li ser binpêkirina mafên mirov ji aliyê grûpê ve, Fadil el-Xerawî, ku di Komîsyona Bilind a Serbexwe ya Iraqî ji bo Mafên Mirov de kar dike got.

"Serkeftinên berçav ku ji aliyê hêzên me ve li dijî DAIŞê hatine bidestxistin, ligel nêzîkbûna wan ji gundewarên bajarê Mûsilê, xewa terorîstan nerehet kiriye," wî ji Diyaruna re got.

Bi rêya destdanîn ser telefonên mobîl û qedexekirina alavên din ên komunîkasyonê, DAIŞ hewl dide ku xelkê bajêr îzole bike û desthilata xwe li ser wan tundtir bike, wî got.

Hejmarên zêde ji xelkê dixwazin hevkariyê ligel hêzên ewlekarî bikin, el-Xerawî got, tirsa xwe ji wê yekê jî nîşan da ku DAIŞ dê karên xwe yên zordar tundtir bike di dema ku hêzên Iraqî nêzîkî Mûsilê dibin de.

"Di dirêjahiya du salên borî de, DAIŞê îdamkirinên bikom derheqê gelek welatiyên Mûsilê pêk anîne, di nav wan de sivîl, çalakvan, rojnamevan û endamên berê yên ewlekariyê bi tometên cuda, piraniya wan dizekirina agahiyan bû," wî got.

"Ev kuştinên rêkxistî hîn di zîndan û navendên girtinê yên DAIŞê de berdewam in weke ku ji aliyê çavkaniyên me yên navxweyî li Mûsilê ve hatiye piştrastkirin," wî got jî.

Weke pêşbînî ji şerê rizgarkirina Mûsilê re, hikûmet plan dike ku 12 korîdorên ewle ji xelkê re veke daku ji şer birevin, wî got, ligel navendên din ji bo hewandin û alîkariya xelkê aware.

Tirs belav dibe

"Kontrola tund ji aliyê DAIŞê ve li ser xelkê Mûsilê qelsbûn, bêhêzbûn û tirsa wê ya zêde ji nêzîkbûna dawiya wê nîşan dide," endamê komîteya ewlekarî ya encumena parêzgeha Nînewa Dawûd el-Cundî got.

Avêtin ser mal û dikanan ji bo lêgerîn li telefonên mobîl û alavên satelît asta tirsa DAIŞê nîşan dide, wî ji Diyaruna re got, anî ziman jî ku ev tirs zêde dibe her dema ku şer nêzîkî Mûsilê dibe, asêgeha sereke û dawî ya grûpê li Iraqê.

"Ez bang li xelkê li Mûsilê dikim ku ji çavên DAIŞê hişyar û haydar bin, bi taybet ji endamên el-hisba," wî got. "Ez herwiha ji wan daxwaz dikim ku her tişta ku dikarin bikin ji bo alîkariya hêzên ewlekarî bikin ku ji kontrola vê grûpa tawanbar xilas bibin."

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500