Nûçeyên Iraqê

Rawestandina bombebarana Helebê kete roja duyemîn de

Rawestandina êrîşên asmanî li Helebê kete roja duyemîn de roja Çarşemê (19ê Cotmehê), destpêka agirbesteke kurt e ku armanca wê rêdana derketina sivîl û şervanên opozisyonê ji bajêr e, AFP ragihand.

Mosko saetên zû yên Sêşemê ragihand ku balafirên Rûsî û Sûrî dê bombebarana navçeyên bajêr ên di bin destê opozisyonê de rawestînin daku ew rê ji "rawestandineke mirovî" re vekin.

Ew pencere, roja Pêncşemê destpê dibe û ji ber heşt saetên piştre, tê pêşbînîkirin ku şer hemû bê rawestandin daku rê ji sivîl û şervanên opozisyonê re were dayîn ku ji navçeyên di bin destê opozisyonê de di rêya şeş korîdoran re derkevin.

Rewestandina bombebaranê ji bo heyama 24 saetên xwe yên yekem dewam kir.

"Ji duhê sibeha heta aniha, tu êrîşên asmanî tune ne," serokê Rewangeha Sûrî bo Mafên Mirov Ramî Ebdilrehman roja Çarşemê piştî ku rawestandin kete roja xwe ya duyemîn de got.

Tevî rawestandina bombebaranê, hêzên zemînî êrîşên xwe yên li bajarê kevin roja Çarşemê dijwartir kirin, Rewangehê got.

Îbrahîm Ebû el-Leys, berdevkê hêza rizgarkirina sivîlan Hêlmetên Sipî li Helebê, got ku roja Çarşemê tu balafir li derdorê nebûn lê avêtina top û mûşekan berdewam bûn.

NY roja Sêşemê got ku pêwîste hemû alî piştgîriya agirbesteke demdirêj bikin beriya ku karwanên alîkariyan destpê bikin.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500