Nûçeyên Iraqê

Komîsyona YE hişiariya herîkîna çekdarên DAIŞ da

Komîsyona ewlekariyê ya YE roja Sêşemê (18ê Cotmehê ) hişiyarî da welatên Ewropayê ku divê ew ji bo herîkîneke nû ya çekdarên "Dewleta Îslamî li Iraq û Şamê" (DAIŞ) xwe amade bikin eger hêzên Iraqî Mûsilê rizgarkirin, AFP ragihand.

"Rizgarkirina asêgeha DAIŞ ya li bakurê Iraqê, Mûsil, dibe bihêle ku çekdarên DAIŞ yên tundrew vegerin Ewropa," Julian King ji rojnameya Elmanî Die Welt ya rojane re got.

Heta ku komek biçûk jî vegere dê "metirsiyeke cidî hebe û divê em xwe jê re amade bikin", wî got.

Hêzên Iraqî di êrîşê de ji bo bidestxistina Mûsilê pêş dikevin, bi piştgiriya asmanî û zemînî ji hevpeymaniya 60 dewletan ve.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500