Nûçeyên Iraqê

Hêzên Iraqî amadekiriyên bo qonaxa 2ê ya şerê Mûsilê temam kirin

Operasyonên serbazî yên bo pêkanîna qonaxa duyem ya şerê rizgarkirina Mûsilê temam bûn, Fermandariya Operasyonên Nînewa roja Çarşemê (28ê Kanûna Yekem) got.

"Hêzên Iraqî ji Ajansa Dije-Terorê û artêşê hemû pêdviyên girîng amade kirine, di nav de tevgerkirin, spartina bo careke din, avakirina rêbend û berbestan li 46 taxên rojhilatê Mûsilê yên rizgarbûyî, û aniha ji qonaxa duyem ya êrîşê re amade ne," fermanderê Operasyonên Nînewa Necmedîn Kerîm Cibûrî ji Diyaruna re got.

Armanca qonaxa duyem rizgarkirina tevahiya Mûsilê ji "Dewleta Îslamî li Iraq û Şamê" (DAIŞ) ye, wî got.

"Êrîşên îro bi giranî molgehên terorîstan hedef digirtin û peydakirina alîkariyê ji niştecihên ku di nav malên xwe de asê mane misoger dikirin," wî got, bal jî kişand ku "herî kêm 60 terorîst di êrîşên asmanî yên hevpeymaniya navdewltî de û di pevçûnên li hmber hêzên Iraqî de li Mûsilê hatine kuştin".

Roja Sêşemê, Serokwezîrê Iraqî Heyder Ebadî got ku sê mehên din ji hêzên ewlehiyê re divin daku DAIŞ bi temamî li welat ji nav bibin.

"Dateyên ku hene nîşan didin ku sê meh ji Iraqê re divê daku DAIŞ ji nav bibe," Ebadî ji konfranseke medyayî re got.

Hevdem, hejmara awareyên Mûsilê gehştiye 137,000 sivîl, Wezîrê Koç û Koçberan Casim Mihemed di daxuyaniyekê de got.

Piraniya wan hatine bo kampên awareyan hatine veguhestin û li wir pêdiviyên sereke ji wan re tên peydakirin, wî got.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500