Wezareta Berevaniya Iraqî roja Sêşemê (11ê Cotmehê) Girava Hît li rojavayê Enabrê bi awayekî temam ji "Dewleta Islamî li Iraq û Şamê" (DAIŞ) rizgar kir.
"Ligel piştgiriya asmanî ji aliyê hevpeymaniya navdewletî û hêzên Iraqî ve girav bi temamî hat vegerandin piştî ku endamên DAIŞ yên mayî reviyan," berdevkê wezaretê emîd Yehya Resûl ji Diyaruna re got.
"Zawiya, Bekir, Ceîl, Seraciya, Eliya, Sefakiya û hejmarek gund aniha li jêr kontrola hêzên Iraqî ye," wî got.
DAIŞ zêdetir ji 200 çekdaran ji dest da û rastî xesarên madî yên giran hat di opersyonên serbazî yên li vê deverê ji destpêka Cotmehê, Resûl got.