Nûçeyên Iraqê

Berpirsekî êrîşkarên xwekuj ê DAIŞ hate kuştin li rojavayê Enbarê

Erîşên asmanî li ser cihên "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) li deşta Enbarê berpirsê erîşkarên xwekuj li parêzgehêkuştiye, Fermandariya Operasyonên Hevbeş roja Çarşemê (25ê Cotmehê) got.

Hêzên asmanî yên Iraqî êrîşên pêşwext berdan ser cihên DAIŞ, di nav de navendeke li başûrê deşta Enbarê, Ehmed Îsawî jî, berpirsê fewcê êrîşkarên xwekuj hat kuştin, berdevkê fermandariyê, Yehya Resûl ji Diyaruna re got.

"Serkêşekî din, Rebah Helbûsî, yê berpirsê şerîetê li Enbarê û du milîtanên din jî hatin kuştin," wî got.

Wî got ku otombîlên bombekirî, çekên cuda, û du avêjerên çekan di operasyonê de hatin wêrankirin, operasyon jî bi kordînekirin ligel hêzên bejahî yên Iraqî û hevpeymaniya navdewletî hatin encam dayîn.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500